Hevdîtinên serokê herêma Kurdistanê berdewambûn

Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya
Her di çarçoveya bernameya xwe ya li Konferansa Asayîşê li Munich, roja yekşemê 19.02.2023, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Antonio Tajani Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya.
Di civînê da, her du aliyan, tekez li ser xwesteka du alî ya ji bo pêşxistina peywendiyên Îtalya digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî behsa berfirehkirina alîkariyên Îtalya ya ji bo Herêma Kurdistanê di warê şûnewarnasiyê da û herwiha, dabînkirina kursiyên xwendinê ji bo xwendekarên Herêma Kurdistanê li Îtalyayê kirin.
Birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê dupat kir ku, welatê wî bi girîngiyê ve li têkiliyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aramî û seqamgîriya siyasî û aborî dinêre, ji bona vê armancê jî Îtalya dixwaze zêdetir derfetên projeyên hevbeş û veberhênan û sermayarazandinê ya ji bo kerta taybet û kompanyên welatê wî li Iraq û Herêma Kurdistanê hebe.
Serok Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistin û berfirehkirina warên têkilî û alîkariyên hevbeş digel Îtalyayê nîşan da û hemû hêsankarî û piştevaniyek ji bo veberhênan û sermayerazandina Îtalyayî li Herêma Kurdistanê dupat kir, herwesa spasiya hemû piştevanî û alîkariyên Îtalyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, pirsgirêka enerjiyê li Ewrupayê û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî di civînê da gotûbêj kirin.


Serok Nêçîrvan Barzanî digel Wezîrê Dewletê ji bo hemahengiya aborî û geşepêdana Almanyayê civiya

Roja yekşemê piştî nîvro 19.02.2023ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dawî civîna xwe ya Konferansa Asayîşa Munich da digel birêz Niels Annen Wezîrê Dewletê ji bo hemahengiya aborî û geşepêdana Almanyayê civiya.
Di civînê da hevkariyên aborî û projeyên Almanyayê yên di warê geşepêdanê da li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin behs kirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku, ji bona Almanya bikare berdewam be û projeyên zêdetir û baştir cîbicî bike aramiya siyasî û aborî li Iraqê gelek girînge.
Her du aliyan behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê kirin û ronahî xistin li ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê.
Di vê derbarê de Wezîrê Almanyayê tekez li ser wê yekê kir ku girînge rewşa ewlekarî ya Şengalê were seqamgîrkirin daku Almanya bikaribe hevkariyê bike û projeyên zêdetir li wê deverê pêkbîne.
Şerê li dijî terorê û berengarbûna metirsiya DAIŞê, bi taybetî di deverên maddeya (140), rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî mijarên din yê vê civînê bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Parlamentoya Almanyayê civiya

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 19.02.2023ê di çarçoveya bernameyê xwe da li Konferansa Asayîşê li Munich, digel şandeya grûpa parlamenterên partiya SPD li Parlamentoya Almanyayê bi serokatiya birêz Nils Schmid civiya.
Di civînê de, xatûn Aydan Ozoguz Cîgira Serokê Parlementoya Almanyayê amade bû, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga di navbera wan da ji bo çareserkirina arîşeyên xwe û her wiha, rewşa Êzdiyan li kampan û li navçeya Şingalê gotûbêj kirin.
Her du alî li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û her wiha yekrêzî û çareserkirina kêşeyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê da hevfikir bûn. Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê ji bo naskirina komkujiya Êzdiyan weke jenosîd spasiya Parlamentoya Almanyayê kir.
Rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî di civînê da hatin behs kirin.



