Polîtîk

Hevdîtinek nehînî!

Nivîskarê rojnemeya Cumhuriyeta tirkî, Bariş Pehlivan behsa hevdîtinek nehînî dike û di nivîsa xwe vê hevdîtinê eşkere dike.

Pehlivan di nivîsa xwe de dibêje:

Nêzîkî sê hefte berê …

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya muzakereyên butçeyê de, di parlementoyê de îaxivî û got: “Hûn ê bibînin ku wek Tifaqa Netewî (Millet) em ê bi hev re Tirkiyeyeke paqij û bextewar ji nû ve ava bikin.”

Ez fêr bûm ku wê rojê “hevdîtinek gelek girîng” çêbibû. Kiliçdaroglu bi Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) Ahmet Şik re hevdîtinek kirîbû. Serokê CHPê ji Şik re got ku di wê hevdîtinê de tu aciziya wî ji bo pirsa Alewiya ku AHmet Şik anîbû rojevê tuneye.. Lê min bihîst ku ji bo paşerojê jî hin projeye hatine gotubêj kirin..

Ev demek e ez dibihîsim, CHP’yiyên ku dixwestin TÎP’a ku lez û bezeke mezin bi dest xistibû, tevlî Tifaqa Netewî bibe, hebûn.

Lê pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye ku TÎP, HDP jî di nav de ye… Lê ev siyaset e, gelo dibe ku Kiliçdaroglu ji parlamenterê TÎPê Şik jî xwest ku piştgiriyê bide Tifaqa Netewî?

Çima na!

Min ji Ahmet Şik jî pirsî. Lê wî got: “Hevdîtin taybet bû, ez nikarim tiştekî bêjim.”

Ahmet Şik kesayetek Tirk e ji bajarê Edenê ye. Şik sala 2018ê ji HDPê ji bajarê Stanbulê bû parlementer. Piştre ji HDPê veqetiya û ket nava Partiya Karkerên Tirkiye TIPê de.

Back to top button