Polîtîk

Hevdîtina Barzanî û Erdogan pêkhat

Di çaçroveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de, îro li bajarê Stenbulê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan û hijmareke pirs û mijarên gerim weke; rewşa herêmî bi giştî, rewşa emnî û siyasiya Îraqê, têkeliyên navbera Îraq-Kurdistan û Tirkiyeyê, pirsa enerjiyê, tehedayên emnî yên rû bi rûyê deverê dibin, nirxandin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê dilxweşiya xwe li hember serkeftina pirosesa hilbijartinên parlamnetoya Kurdistanê nîşan de û pîrozbahî li herêma Kurdistanê kir. Di heman demê de serokwezîrê Tirkiyeyê dilgiraniya xwe li hember kiryarên terorîstiyên vê dawiyê li Hewlêrê qewimîn diyar kir û amadehîya Tirkiyeyê ji bo hevkarîkirina herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de nîşan da.

Têkeliyên Enqere û Bexdayê, serdana wezîrê derve û serokê parlamentoya Îraqê bo Tirkiyeyê, serdana çaverêkiriya wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo Îraqê û serdana serokwezîrê Îraqê bo Enqereyê hatin behis kirin û aliyê tirkî tekîd li ser wê yekê kir ku, hebûna têkeliyan di navbera du welatên cîran de karekî normal e, lê di heman demê de Enqere giringiyeke mezin bi têkeliyên bi Hewlêrê  dide û Tirkiye herêma Kurdistanê dilrehet dike ku, têkelîyên saxlem dê bi wê re berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, serdana wî bo Tirkiyeyê di demeke minasib de ye û di vê demê de tirafîka diplomasî li Enqereyê germe û  ev dem  ji bona lihevguhertina hizir û dîtinan li dor pirsên peywendîdar bi her du aliyan û deverê ve, demek baş e. Barzanî dilxweşiya xwe li hember normalbûna têkeliyên navbera Bexda û Enqereyê, li ser esasê berjewendiyên hevbeş, nîşan da.

Di civînê de behsa pêşxistina têkeliyên di warê aborî de, berfirehkirina deriyê Îbrahîm Xelêîl, vekirina deriyên nû li ser sînorê navbera Tirkiye û Kurdistanê û berfirehkirina bizava bazirganî di navbera her du aliyan de hatina gotûbêj kirin.

Pirsa enerjiyê û bi tyabetî rakêşana boriya neftê ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê û girêdana wê bi bazarên cîhanê ve mijarên din yên civînê bûn. Bi rêya wê boriyê dê nefta herêma Kurdistanê bigehîte Tirkiye û bazarên cîhanê û ev yek jî di berjewendiya hemû îraqiyan de û di çaçoveya destûra Îraqê de tê kirin û herêma Kurdistanê ew maf heye pirojeyên bi vî awayî encam bide.

Li dor bûyer û rewşa Suriyeyê û Rojhilata Navîn, her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, pêwîste bi awayekî aşitî û arîşe û alozî bên çareser kirin.

Di civînê bi wezîrê derve yê Tirkiyeyê re, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Kurdistanê amadebûn

Back to top button