Civak

Heta niha 59 şeredarên ji partiyên muxalefetê hatîn hilbijartin tevlî AKPê bûne…

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de, 59 şaredariyên ku ji hêla partiyên muxalefetê ve hatibûn kar kirin, derbasî AKPê bûn. Tê gotin ku, dê ev hêjmar bigihe 100 şeredaran. Lê gelek şeredarên CHPê hêviya kongreya CHPê û biryara dadgehê ya dawîne.

Gotinek din li kulîsên siyasî digere û dibêjin, serokê şeredariya mezin a Bursayê Mustafa Bozbey jî ihtimala ji dev partiya xwe berde û tevlî AK Partiyê bibe heye.

Her çend operasyonên li dijî şaredariyên CHPê, bi taybetî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê , û pêvajoyên qanûnî yên li dora kongreyên partiyê berdewam dikin jî, tê texmînkirin ku hejmara şaredariyên ku ji CHPê derbasî AKPê dibin dê berdewamî zêde bibin. Bi îstifaya dawî ya Cîgira Şaredarê Beykozê Özlem Vural Gürzel ji CHPê û tevlîbûna wê ya AKPê, hejmara şaredariyên ku ji 31ê Adara 2024an vir ve tevlî partiya desthilatdar bûne, gihîştiye 59an. Li gorî gotegotan, ev hejmar dikare di vê serdemê de bigihîje 100î. Serokkomar û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan di çalakiyê de ku wî nîşanek partiyê li ser Gürzel daliqandibû gotibû, “Ez bawer dikim ku beşdarbûn dê berdewam bike.”

Back to top button