Hesret û hewara azadîyê.

Xwedî û bankerê (carçi) nirxên mirovahîyêye tewrebilind (alî) ê cîhanê kurd têne hesibandin. Kurd him jî di rojhilatêda netewekî çawa efsanewî (lêgêndar) hatine pejirandin. Lê ev gelê kevnarî navdar di qada dîrokêda ji bo jîyaneke paqij û rastîya xweye netewîda di hêla hin hêzên ne durustva bûyerên, nebûyîyên bê dad û bê normale neînsanîva asê bûye. Ji bo heyîn û hebûna xwe pêvajoyeke çareserkirinêda di qada sîyasetêda biryar girtîye:an yê yekser bibe nesîbê (xayê) azadîyê, an jî yê di xwîna xweda bê fetisandin.

A bi vê rastîyêva îro kurd rû bi rû mane. Vî gelî ji  bo rizgarîyê pir caran bi zanetî xwe avîtîye qadên şeran, ji gellek bûyer û îmtahanên bê dad bi serfîrazî derketibe jî lê hin dewletên hove xwînmêj hevdu girtine û hertim xwestine vî gelê maqûle torin ji holê rakin,tu şopa wî di dîroka mirovahîyêda nehêlin,fermana tunekirinê jêra didan. Ev gelê dîrokî ê întêrnoçîonal (bêynelmîlel), aştîxwez mirovahîyêra gellek kesayetên hêja û navdar pêşkêş (dîyarî) kirine, kîjan ku ji bo pêşketina mirovahîyê bê temene xizmet kirine.

  Ji bo têkçûn û helandina an jî hincirandina vî gelî îro jî mirovahî bi xwe dikeve li bin şermeke dîrokî. Ji bo vê rewşa kurd dewletên mezin jî sûcdarin. Welatê vî gelî dergûşa mirovahîyê – Kurdistan cî û warê mirovên merd, egît, mêrxas, serdar , zane û dost tê hesibandin. Vî warê cindî û paqije dîrokî xwînmêjên mirovahîyê di pêş cavên dunyayê tûr-tevez dikin û ji van emel û biryarên xwe kirinên xwe ê qirêje nebinyayî dest venakşînin

Welatê kurda KURDISTAN him jî mûzêya mirovahîyêye dîrokîye.

Ev emel û kirinên hêzên qirêj ên ji aqilan der  KURD lap jî metin û têgîhandî kirine. Kurda mora cengewarîyê, mêrxasîyê, egîdîyê a  newekilandî di rûpelên dîrokê xistine û lêdixin. Mêrxasîya kurdan a netewyayî ezm û vîna gelêrî bêdawî kiriye.

  Taw kirina li ber zor û zulmê serberjêrîye, tewandina li ber vê rewşa xirab jî leyistika di destê namerdane. Kurd ne hêjayî vê serberjêryêne, ne jî leyistokê di destê namerdane. Şerefa wane camêrîyê, mêrxasîyê û cengewarîyê van rezaletara rê nade.

  Ewanên ku dixwazin gelê kurd an tune, an jî înkar bikin bila bizanbin ku vî gelîda çiqasî dahîtî û sebr hebe ewqas jî dijî dujmin, bêedaletîyê, zulmê, nîfret, kîn, hêz.û cesaret heye. Ji bo altindarîyê, ji bo hilgirtina ala serkeftinê di ewladên gelê kurdda hêz û ezma Selaheddîn, qudreta Xanî, vîna Şêx Seîd, rastî û nûjenbûna Berzanîyê mezin, biryara Mehmed Qazîyê evra, hesta Cîgerxwîn, berxwedana Mezlûm Doxan, vejîn û bawerîya Serok, daxulqandin û ronahîya yekbûnê heye.

Bi cesaret mirov dikare êtîraf bike ku gelê kurd netewek ji bîrnekirî û neveşartîye. Ev gel gav bi gav ber bi pêşerojê û serkeftinê bi bawerî dimeşe. Bi bobelatanva jî , lê ji bo azadîyê bi qurnanva bê hejmar şeîd qurban da.

Îro kurd bawerîyê û îlhamê ji van şeîdên nemir û ji ewledên xwe ên mêrxas distîne.Mîr Mehmûdan,Bedirxanan, Qazîyan,Berzanîyan û hezaran egîdên han îro bi sedan lawên kurd di refê gêrîla û pêşmergeda evez  û temsîl dikin. Bi milyonan leheng rêça wanda dimeşin û gel vedijînin. Gelê xwedî gernasên weha bê guman têkneçûyîye û serfîraze.

  Ji bo jîyaneke azad, serbest gel wesîga jîyanê ji şeîdên xweye gelêrî û ji mêrxasên têkneçûyîye navdar distîne. Dîrok şehede ku ji bo rizgarîyê kurda çawa mêrxasî numayîş kirine. Îro jî çalakî û şoreşeke bê evez nîşan didin.Berxwedan û merddîya kurda nav û deng qazanc kirîye. Ev ewledên mirovahîyêye maqûle torin ji bo ku  bigêhijine armanca xwe a dîrokî çek û silahên  rizgarîyê ji bo tolhildanê hilgirtine. Ji bo war û meskenên kal û bapîrên xwe ji dagirkerîyê rizgar bikin  berxwedana rizgarîyê berdewam dikin.û dîsa jî şeîdan didin.

Gelê ku dikare şeîda bide bê şik digêhije azadîyê. Şeîd mizgînîya rizgarîyê û azadîyêne. Gelê ku nikarin ji bo azadîyê berxwedanê bikin,şeîdan bidin bi hincirandî çawa kole, acîz û bi terzekî (halekî) herikandî jîyaneke ber bi tunebûn û mirinê derbaz dikin.

Gellek dîroknas, nivîsarkar, rohilatzan derbarê gelê kurdda fikir û ramanên giranbuha anîne ziman û nirixandine. Ji wan yek jî nîvsarkarê îngilîza yê navdar Cêyms Oldrîce. Ewî dereqa gelê kurdda fikreke weha îfade kirîye:”Gellekara ê usa bê xuyakirin ku azadîhizya gelê kurd bi rewşa wî a cîvakî, sîyasîva girêdayîye. Lê evîn û eşqa azadîhezyê di ruhê her kurdekîdaye. Nolî mexrûrtîya wî bi îrsîye (dol)”.  Ev rastîya kurd nivîsarkarê bi rêz bi rûmet weha anîye ziman.

  Kurd him jî mejû û sîdqê xweda tim rastîya jîyanê û bawerîya li mirovahîyê diparêze, nirxên mirovahîyêra xwedî derdikeve. Ruhê wîda hukmê azadîyê gur û pire. Bi xweda va bawerî û hêvîke mezinva girêdayîye. Mixabin, henber vî netewî ê tewazokar(sade) bi deman gellek hêzên qirêje hov di armanc û fikrên xirab (kotî) û nizmda bûne. Xwestine bi zorê bi qetilaman dawî li vî gelî bînin(dawîya vî gelî bînin) û nirxên wî yê netewî ji holê rakin. Ev miletê şervan tim hemberî neyaran bi serfîrazî bersîv  dabe jî lê nikarbûye dewleteke serbixwe a sîyasîye netewî ava bike.Gelê kurd timé di meydanên berxwedananda bûye

Van berxwedanan hema evîna welat, hesreta azadîyê di dilanda  parastîye û karibûye van nirxan hîfz bike. Azadî risq, xwestek û dayîneke xwedaye ev daxwaz û xwestek dilê milyonan tînin rimê (rîgget). Hesreta welat, evîna welat û xwesteka azadîyê – ev hestên însanî dilan dikewrînin, mirovan ra vegerandina ber bi xwe, xwedî derketina ji xwera û têgîhandinêra ji batîn (ji hundir) hukm û hewar dikin. Her tişt li ber hukm û hewara ku ji hundir va tê acîze.

Hesreta welat, evîna welat derbazî hewara welat dibe û ev hewar dibe destpêk a berdewama şeîdan, ji bo jîyana gel dibe rastîya vejîna azadîyê. Rastî bê înkar kirinê jî lê hertim mewcîde.

Ji gelên Asîyayê yên  here kevnar yek jî kurdin. Ku dîroka kurda mêze dikî û buhurîya vî gelî rûpel-rûpel weldigerînî dibînî ku him xwedanê dîrokeke bişeref, him jî xwedanê qedereke bi bobelatin.

 Bi qurnan va ji bo parastina sîyaneta netewî, ji bo hebûna netewî kurd hertim di hemberî bandor û êrîşên hovan, barbaran bi cesaret rewastîyane ber tu hêzê netewyane. Ji bo efirandina jîyanek paqij û bi rûmet hertim  di nav şeranda bûne.

   Di sedsala dawîda (qurna XX) gelê kurd ji bo azadîyê 5 milyon qurban da. Qurbanên bê gune…

    Hêrbêrt Spênsêr cîvaknas û fîlozof ê mezin ji bo jîyanek hetev van nirxan tîne ziman: “Heya sîyaneta gel tunebe tu jî xwe nikarî bi sîyanet bihesbînî, heya gelê te azad nebe tu jî xwe nikarî azad bihesbînî, heya gelê te hetev (bextewar) nebe tu jî nikarî xwe bextewar bihesbînî”. Ji bo van amal û nirxên tewrebilind têkoşîna rizgarîya netewî bi bawerî û bi coşî li ser axa Kurdistanê berdewam dike. Netewekî bi zorêva ne qir kirin, ne jî înkar kirin nabe. Ev li hember xaliq ê mezin û li dijî mirovahîyê sûсek bê lêborîn û qirêje.

  Belê gelê kurd di dîrokêda jîyan bi bobelatanva derbaz kir, bi cesaret xwe parast û bi mexrûr jî, efirand, bi egîtîya xweva nav û deng qazanc kir -“RIZGARVANÊ ROJHILATÊ”. Lê dewleta xwe a netewî fermî nikaribû  damezirîne, bi hesret û xwesteka welatekî serbixwe jîyana xwe bi serhildanan berdewam kir. Hesreta rizgarîya welat derbazî hewarîya welat bû, derbazî tevgera netew a giştî bû û ji bo her kesî ê bi şeref bû armancek – Eger welat ji min ra ewlad bêje ezê bibim çêre li ser teht û zinarên wê hêşînbim , ezê bibim cemekî gur li ser axa wê ra biherikim ji bo ku hertim zindî û jîndarbe Welatê min……

Wisane bextewarî û serfîrazîya netew  di rizgarîya welat va girêdayîye. Yên ku nikarin dewleta xwe a fermî netewî ava bikin jîyanek rezîl, nizm derbaz dikin, dibin berdest û bindest.

Yek jî ji bo destanîna rizgarîya welat û ji bo azadîyê ên ku nikarin dijî dagirkerîyê rawestin mafê wan ê jîyanê tunene. Gelê ku li ber mirinê natewe nemir û têkneçûyîye.

Mirovên bindest û berdest ên bê welat heyî-heyî hertim zindîyê mirîne, tuneyîne.

Her mirov jîyanêda hêjayî azadîyêye  û pêwîste xweyê mafê xweve.

Fikir û ramanên xwe bi gotinên Çê Gîvara (şoreşvan Kûba) dawî dikim: “Mirina li ser pîyan çêtire ji jîyana li ser çokan”.

Lê bobelata here mezin xwe înkar kirine. Xwe înkar û tune kirin li hemberî mirovahîyê û xuliqdar bê şerefîye, sûсek mezine. Lê ji bo gel mirina bêdawîye.

Xaş û baş hatîye gotin: “Heya dibî cêleka 40 salî bibe boxê rojekê” ……

Gelê kurd ê maqûl, hêja, kevnar û dîrokî  bi giştî qadeke pîrozdaye. Ji bo azadîya welat, ji mirinê jî venakişe bi bawerî ber bi pêşerojeke zelal û bi rûmet dimeşe. Lewra mafê wî jîyanê heye. Ciqas cesareta me heye em ê ser pîyavin. Mirov û gelê bi cesaret  jîyanêda ser dikevin. Em ê serkevin…

 

27.VII.1997.  

Bêwar Barî Teyfû

 [email protected]

Nerîna min :