Herêma Kurdistanê dê faktora aştî û aramiyê be
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina sala nû peyamek ragihand.
PEYAMA SEROK NÊÇÎRVAN BARZANÎ
Sersala nû ya zayînî ya 2024ê li malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmerge yên qehreman, hêzên navxweyî û hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve, li her cihê ku lê bin, li gelên Iraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Ji hemûyan re saleke tije aramî, xweşî û serkeftinê dixwazim.
Ji ber encamên rewşa siyasî, ewlehî, aborî û pirsgirêk û krîzên din yên li navçe, Iraq û li Herêma Kurdistanê, me saleke dijwar derbas kir ku tê de em rastî gelek metirsî û astengan hatin.
Nakokiyên siyasî yên navxweyî rengvedaneke neyînî li ser şiyan û pêgeha Kurdistanê li Iraqê û derve hebû û bûn sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê nikaribe weke pêwîst şayeste û mafên xwe yên destûrî bi dest bixe. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin paşxistin û di hilbijartinên encumenên parêzgehan de li deverên maddeya 140, bandorên wê yên nerênî xuya bûn.
Berevajî rêkeftinên siyasî û destûrê, tevî hemû gotûbêj, hewl û pêgîrîyan, gelek ji şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê nehatin dabînkirin. Aştî û aramiya Herêma Kurdistanê çendîn caran bi êrîşên dronan kete metirsiyê.
Pêkneanîna rêkeftinên siyasî û neşandina şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji ziyanê pê ve ti sûdê wê ji Iraqê re nabe. Li Iraq û Herêma Kurdistanê divê em hemû bi canê berpirsiyariya hevbeş, hevduqebûlkirin û yekrêzî û bi diyalog û hevfêmkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina krîzan kar bikin.
Bila di sala nû de, li Iraq û Herêma Kurdistanê, em ders û pendan ji rabûrî bistînin û bi hev re ber bi paşerojeke baştir, aramtir û tenatir ve gavan bavêjin. Bila em krîz û kêşeyan bikin derfet û berjewendiya gel û welat bibe armanc û komkara me hemûyan. Iraq bi pêkhateyên xwe ve bihêz û zengîn e û tenê bi yekîtî û bi hevreyî em hemû dikarin serbikevin.
Bi vê helkeftê em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş dê pêwendiyên xwe bi welatên cîran, navçe û cîhanê re pêş bixe. Weke herdem, Herêma Kurdistanê dê weke faktora aştî û aramiyê û hevbeşeke çalak a civaka navneteweyî û landika pirdengî û pêkvejiyanê bimîne.
Em bi hêvî û umêd li paşerojê dinêrin û sala nû li hemûyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2023