Armanckirina Pêşmerge pêşhateka metirsîdare

Serokatiya Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de bi tundî ew êrîşa terorsitî şermezar kir a ku şeva borî bi dronan li sinorê parêzgeha Hewlêrê bingeheka hêzên Pêşmergeyan kiriye armanc.
Êrîşkirina li ser hêzên Pêşmergeyan, ku hêzeka fermî ye û pareka sîstema bergiriyê ya Îraqê ye, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “pêşhateka metirsîdar û redkirî ye û gefan li aramî û seqamgiriya Îraqê dike”.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwazê ji Hikûmeta Federalî ya Îraqê dike ku “rêkarên cidî bide ber xwe ji bo peydakirina êrîşkeran û sizadana wan û ji bo vê meremê jî lêkolînên hevpar û hevahengiyê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike”.
Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje daye wê yekê jî ku “Berdewamiya êrîşên dronan li ser Herêma Kurdistanê tenê zirarê digehîne aramî û seqamgiriya Îraqê û rewşê aloztir dike”.
Şeva borî (Şemî, 30ê Berçileya 2023ê) seet 11:45, bi du dronên bombekirî êrîşî bingeheka hêzên Pêşmergeyan li sinorê Pîrmam-Hewlêrê hat kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de got, “Çi zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, tenê zirarên madî hene”.