
Serokê fraksiyona AKPê di parlementoyê de Mistefa Elitaş di bernameyek televizyonî de da xûyakirin ku, hemwelatî gazinda ji AKPê dikin û dilşkestîne.Elitaş di derbarê rewşa heyî de got: Niha li himber AKPê aciziyek û dilşkestinek heye.Gelek kes ji bo rewşa darayî dibêjin “ji bo çi halê lê hat” baş nizanim lê sala 1970ê krîzek darayî bi vî awayî rûdabû. Hingê Partiya Adaletê partiya yekem bû. Lê hilbijartinan de bû duyem.Krizek darayî li cîhanê heye lê li Tirkiye bandora xwe gelek xirab nîşandide.
Berdewamiya axavtina xwe de Elitaş dibêje: Lê li himber vê kriza heyî jî,dê cardin xelkê me herin ser sendoqa.Birêz Tayib erdogan alternatifa bi tenêye.