
Li ser daxûyaniya baroya Diyarbeikrê di derbarê êrîşa Tirkiye li ser devera Zaxo, dozeriya Diyarbekirê di derbarê baroyê de doz vekir. Li ser vê yekê hinek baroyên bakurê Kurdistanê daxûyaniyek hevbeş derxistin û pişgiriya Baroya Diyarbekir kirin.
Daxûyaniya Baroyan bi vî awayî ye:
Roja 20.07.2022ê Tirkiye sinorê devera Zaxo topbaran kirîbû, di encama vê topbaranê de zarok jî di nav de 9 kesî jiyana xwe ji dest dabû.Baroya Diyarbekirê di derbarê vê bûyerê de daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandibû. Piştî daxûyaniyê Baroya Diyarbekir di medya civakî de û beşek di medya Tirkî de bû armanca êrîşek berfireh. Baroya Diyarbekir hat tehdît kirin.
Di civatên demokratik de mafê dezgehên civakiye ku di derbarê bûyera de dîtina xwe ji raya giştî re bêje û hukumeta rexne bike. Ev yek ji mercê civatek demokrat e.
Êrîşên li himber Baroya Diyarbekirê, dide xûyakirin ku dixwazin civatek bi yek deng bê çêkirin,ev yek jî li dijê hemû nirxên demokrasiyê ye. Helwesta dijitiya van êrîşan xwedî lê derketina civatek pirdeng û nirxên demokrasiyê ye.
Di vê pêvajoyê de em pişgiriya Baroya Diyarbekir dikin û didin xûyakirin ku Baroya Diyarbekir ne bi tenê ye.
Baroya Agirî
Baroya Batmanê
Baroya Bingolê
Baroya Bilîsê
Baroya Dersimê
Baroya Hakkarî
Baroya Mêrdînê
Baroya Sêrtê
Baroya Mûşê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnex
Baroya Wanê