Hemu rojên we Newroz Newroza we pîroz be
Gelên Kurdistanê Şerefmend,Gelek mixabin em bi dilekî şikestî û xembar pêşwaziya Newroza 2718a Kurdî dikin.Di sedsala 21’an da jî li Bakur, Rojhilat û Başurêrojavayê welatê me, em ji mafên netewî û demokratîk yên serekî bê par in û zilm û zordariya netewî li ser me berdewam e.Herwekî berê îro jî bersiva daxwaza me yên reva bi tank û top têne dayin.Dewletên dagirker herwekî berê îro jî deskevtên me yên netewî û demokratîk li ser xwe wekî metirsiyê dibînin û ji nav birina deskevtên hanê milên xwe didine hevdu, bi hevra êrîş dikine ser me.Herwekî sedsala 20an, di destpêka sedsala 21an da jî em dibine qurbanê nakokiyên dewletên mezin yên dinyayê û dewletên navçeyê Rojhilata Navîn.Îro jî dewletên mezin wekî Dewleta Yekbûyî ya Amerika û Rusya û dewletên rojavayên din yên mezin, bona parastina berjewendiyên xwe mafên mirov û nirxên serdemî dixine binpê û bo pêşîlêgirtina xebata me ya bona azadî û wekheviyê piştgiriya rejîmên kevneperest û nijadperest dikin.Xwişk û birayên tekoşer,Ligel evqas zilm û zordariyê, ligel êrîşên tund berxwedana me jî her berdewam e û roj bi roj geştir û berfirehtir dibe.Pêşmergeyên mêrxas û xebatgerên gernas, bona parastina welatê xwe, bona bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk singê xwe kirine mertal.Ligel evqas tundûtijiyê, ligel ketin û şikestinê, gelê me li ser piyan e, dev jê doza xwe bernedaye û vefadarê şêhîdên Kurdistanê ye.Xebata gelê me ya li ser rêbaza şehîdan, di her Newrozê da gurtir dibe, ber bi pêş diçe.Xwişkno, Birano,Werin bi gor naveroka Newrozê tevbigerin, bona azadî û serbestiyê destê xwe bidine hevdu, bi hevra berxwe bidin û xebat bikin.Werin bona bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk milên xwe bidine hevdu.Werin yêkîtî û hevkariya hêzên Kurdistanî pêkbinin, daku doza me nebe qurbanê nakokî û berjewendiyên dewletan.Hevalno, hogirno,Hemu Rojên We Newroz Newraza we Pîroz Be!Adara sala 2718 a Kurdî PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan