Polîtîk

Hemû preskonfrensa serokwezîr li Silêmaniyê

Serokwezîrê Kurdistranê Nêçîrvan Barzanî, duhî li bajarê Silêmaniyê, di preskonfrensekê de, duhî li bajarê Silêmaniyê,  behsa encamên serdana xwe ya bo wîlayeta Silêmaniyê  kir û çend pirsên germ di rojeva Kurdistan û herêmî de zelal kirin û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Armnac ji serdana bajarê Silêmaniyê

– Armanca sereke ya sernama me bo Silêmaniyê, ji bilî vekirina çend pirojeyan, me xwest ji nêzîk ve guhdariya arîşeyan bikin û bizanîn pirsgirêkên hene çine. Me civîneke civata wezîran jî li Silêmaniyê encam da. Di civîna civata wezîran de me biryar da hemû wezîr û aliyên peywendîdar bi amadebûna cenabê walî di nava 20 rojan da ew arîşe û kêmasiyên hene lêkolîn bikin û ji bona çareseriya wan biryarên pêwîst bidin.

Silêmnaiyê paytexata rewşnbîriya Kurdistanê

– Armanca me ji wê yekê ku, Silêmaniyê paytexta rewşanbîriya Kudistanê be eve ku, Silêmanî paytexta rewşbîrî ya hemû Kurdistanê be. Ew biryarên me ji bona pirojeyê paytextkirina Silêmaniyê dane em dê cibicî bikin. Di vê serdana bo Silêmaniyê em digel rewşenbîrên Silêmaniyê civiyan û çend pirsên giring di vî warîde gotûbêj kirin.  Me biryar daye budceyeke taybet îsal û sala bê bo baştir birêveçûna karûbaran berdest bikin.

Nemana pereyan li banka

– Pirsa nemana pereyan li bankayan ne bi tenê li Silêmaniyê ye, ev pirs li deverên din jî heye, lê ya Silêmaniyê zêdetir tê behis kirin. Heta dereceyeke baş ev pirs hatiye çareser kirin û em bi cidî dixebitin ku ew pirsgirêke bi timamî bê çareser kirin. Sedemê serhildana vê pirsê jî ewe ku îsal budceya herêma Kurdistanê direng ji Bexdayê bo Kurdistanê hat hinartin. Sedemk din jî ewe ku, serokê bankaya nawendî ya Îraqê hatiye guhertin û kesk nû ew post wergirtiye vê yekê jî wext lazime heta em vê pirsê digel serokê nû çareser bikin.

Pirsa benzîn û sotemeniyê

– Her ji serdema kabîneya pêncem, şeşem û kabîneya nuh ya heftem jî hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye ku di warê enerjî û sotmeniyê de serbixwe be. Berî sala 2004ê di vî warî de tu jêrxanî (infrastruktura) nebû, eger bo dabînkirina sotemeniyê û karebê hebuya jî gelek kêm bû. Ji hîngê were me dest bi vê siyasetê kiriye. Bexda berdewam pişka bajar û wîlayetên Kurdistanê kêm dike û heta ji Bexdayê werdigrîn gelek wext divê û ewa Bexda dide pêdawîstiyên me têr nake. Me dest bi avakirina rafîneriyan kiriye û ez xelkê Kurdistanê dilrehet dikim ku, heta ew rafînerî timam dibin arîşeya sotemeniyê namîne û em ji bona nahêlana wê pirsê berdeam kar dikin.

Şeriîyeta girêbestan

– Li gor destûra Îraqê kontiraktên neftê yên herêma Kurdistanê bi kompnaiyên biyanî re îmza kirine şeriîne. Destûra Îraqa federal ew maf bi herêma Kurdistanê daye ku, kontiraktan îmza bike. Ew kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê kar dikin kompaniyên binavdar in û kar û çalakiyên wan kompaniyan li ser malpera wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û malperên kompaniyan bi xwe jî hene û gelek bi eşkereyî behsa girêbestan kiriye û gelek şefaf in. Pere ji kompaniyan hatiye wergirtin û  ew pere ji bo pirojeyan li hemû Kurdistanê hatien serif kirin  û dê bên serif kirin jî. Ez hez dikem we dilrehet bikim ku ev piroses piroseseke şefaf e.

Hikûmetê tixûb daxist

– Hikûmeta herêma Kurdistanê, ne Partî,  tixûb daxistiye. Armanc ji vê yekê gelek diyare. Eger PYD wisa hizir bike ku, dê rê jê re hête dank ku, xwe li ser pirosesa siyasî û li ser aliyên din yên Kurdistanê Suriyeyê de xwe feriz bike, ne momkine hikûmeta herêma Kurdistanê bibe teref di vê meseleyê de. PYDê hijmareke endamên partiyên din li ser tixûb girtine, ew sînor hatibû vekirin bo alîkarîkirina hemû xelkê Kurdistanê, ne ji bo alîkarîkirina partiyeke taybet. Li şûna ku, PYD vê alîkariyê bi awayekî adil dabeş bike diçe xelkî digire, me jî bi zelalî jê re gotiye siyseta we bi vî awayî be, em weke hikûmeta herêma Kurdistanê di vê meselê da nabin teref. Herdema em gehiştine qenaetê ku, ev tişt dubare nabin, bê guman wezîfeya meye weke hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya xûşk û birayên xwe li rojavayê Kurdistanê bikin.

Destûr û daxuyaniya serok

– Serokê herêma Kurdistanê ne gotiye: em dê destûr bibin referendomê. Eger bi başî guhdariya peyva cenabê serok bikin, serok negotiye dê destûr bidin referendomê, bi dîqet bixwînin. Lê belê destûr hemû qonaxên xwe yên yasayî derbas kirine û çend sale ji bo referendomê amadeye. Siyaseta cenabê serok, Partî û Yekêtê jî ewe ku tewafiqa netewî li ser destûr hebe. Eve jî wê manayê nade ku, em şertê partiyekê qebûl bikin. Belê em dê hewil bidin ku li ser destûrê tewafiq bikîn. Meseleya vegerandina destûrê bo parlamentoyê meseleyeke qanûnî ye û eger em henekan bi qanûnên xwe bikîn û bêjîn qeydî nake bila ev wisa biçe û wisa be, dê çewa welêt birêve bibîn? Qanûn rê nade careke din destûr ji bo parlamentoyê bê vegerandin.

Cudahî di navbera bajarên Kurdistanê

– Miqayîse digel çend salên berê, nuha pirsa avadankirinê li Silêmaniyê gelek pêşkeftiye. Deverên din jî tu cudahî digel Silêmaniyê nîne. Lê dibe jiber ku, Hewlêr paytexte û konsulxaneyên biyanî û kompanî zêdetir rû li Hewlêrê dikin, eger ne jiber vê yekê be, di warê avadankirinê de tu cudahî di navbeta bajarên Kurdistanê de nîne.

Pirsa kurd li Tirkiyeyê û helwestê hikûmeta Îraqê

– Hikûmeta Îraqê pirsa kurd li Tirkiyeyê weke pirseke navxweyî dibîne û ji ber hindê Bexda li hember hatina hêzên PKKê bo herêma Kurdistanê dilgirane. Helwesta me di vê meseleyê de zelal û eşkere ye. Her pêngaveke bibe sedemê pêşvebirina pirosesa aşitiyê li Tirkiyeyê, hikûmeta herêma Kurdistanê bi cîbicîkirina wan pêngavan dilxweş dibe. Me li ser vê pirsê digel Bexdayê axaftiye û Bexda jî mesele fêm kiriye. Helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê ji çarçoveya Îraqê dernakeve.

Back to top button