Stanbûl bû qada şer
Eve çend rojên ji bo hukumet destkariyekî li qada gerê li Teksîma bajarê Stanbulê neke xwepêşandan berdewamin.
Gelek parlementerên CHPê û BDPê li gel xwepêşandanan li himber polisan sekinîn. Heta hinek ji wan bi bombên gazê birîndar bûn.
Serokwezîr Erdogan ev bûyer nirxandin û bi tundî rexne li CHPê, MHPê û BDPê kirin. Erdogan da xuyakirin armanca van xwepêşandanan tiştekî dine ne destkariya li qada Tekasîmê ye.
Heta Yekitiya Ewropa ji bo helwesta polisan li himber xwepêşandanan bala hukumeta Tirkiye kişand.
Hinek analistên siyasî ev bûyer weke Bihara Tirkiye nirxandin. Li Enqere xelk ketin nawenda bajêr helwesta tund ya polisan li Stanbulê protesto kirin.
Îro polisan xwe ji qada Taksîmê dan aliyekî gelek insan li Taksîmê kom bûn.
Dema mirov dinêre di destpêkê de xwepêşandan ji bo parastina cihê rêveçûna xelkê li Taksîmê bû. Lê roj bi roj partî û dezgehên li dijê hukumetê tevlî xwepêşandanan bûn, bûyer kete qalibek siyasî û îdeolojîk de. Polisan jî gelek bi tundî êrîşê xelkê kir.
Dê niha çi bibe mirov nizanê. Lê dixweyê Hukumetê şûnde gav avêt û leyiztika hinek aliyan jî têk bir. Wezîrê Navxwe da xuyakirin ku ewê di derbarê polisên tundî li dijê xwepêşandanan karanîn dê bêne ceza kirin.
Du rojên li pêşiya me dê rewşê zelaltir bike.