Civak

Hemû peyva Nêçîrvan Barzanî li unîversîteya Silêmaniyê

Bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê zanîngeha Silêmaniyê, duhî roja yekşemiyê (01.07.2012) merasimek ji bo mezûnkirina xwendekarên xwe li bajarê Silêmaniyê saz kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê merasimê de ev peyva li jêr pêşkeş kir:

Bi navê xwedayê mezin
Mamosteyên birêz
Xwendekarên xweştivî

Ez gelek kêfxweş im ku, di roja serkeftin û derçûna we ji zanîngehê û ji bo beşdarîkirinê di xweşî û swerkeftina we de, ez li bajarê xweşitvîyê Silêmaniyê me. Ez, we yên xweştivî yek bi yek û malbatên we pîroz dikim. Destxweşiyê li wan mamosteyan dikim yên ku, di vê demê de bi we re bûn û îro em berhema wan dibînin. Kar û wezîfeya mamosteyên birêz bilind dinirxîn im.

Unîversîteya Silêmaniyê, dûr ji pasindanê, di warê zanistî û şoreşgeriyê de di dîroka Kurdistanê de xwedî dîrokeke pirşingdar e. Piştî destpêkirina şerî di sala 1974ê de zanîngeha Silêmaniyê bi timamî gihişte şoreşa Îlonê û li deverên azadkirî karê xwe berdewam kir. Herwesa zanîngeha Silêmaniyê melbendekî bihêz yê hest û bîrên netewî yên kurd bûye. Wê zanîngehê kesên gelek jîr û afrêner pêşkeşî Kurdistanê kirine. Xwendekarên xweştivî, ji bo we şanaziye ku hûn îro derçûyên zanîngeha Silêmnaiyê bin, li we pîroz be.

Ez gelek kêfxweş im ku sewyeya xandinê li zanîngeha Silêmaniyê li pêşe, hikûmet jî, bi rêya wezareta xandina bilind û lêkolînên zanistî, ji bona zêdetir pêşkeftina zanîngeha Silêmaniyê û hemû zanîngehên Kurdistanê, amadeye hemû hevkariyan bike.

Li vir jî, ez dixwazim dupat bikim ku, gelek giringe zanîngeha Silêmaniyê jî xwendekaran teşwîq bike daku, zêdetir lêkolînên zanistî û pêşkeftî di warê êrîşên enfal û kîmiyabarana Kurdistanê û tesîra wan li ser civaka Kurdistanê bikin. Daxwazê ji zanîngehên Kurdistanê jî dikim ku, alîkariya xwendekarên kurd û biyanî yên ku, li zanîngehên derve kar li ser wan pirsan dikin û ji bo lêkolînan tên Kurdistanê, bikin. Herwesa daxwazê ji mamoste û xwendekarên zanîngehan dikim, zêdetir lêkolînan li ser çewaniya nehêlana şideta li hember xêzanan, çewaniya nehêlana wê zilma li civaka Kurdistanê de li hember jinan tê kirin, bikin. Em hêvî dikin ku gelek qîmet bi van pirsan û hemû ew warên dibine hokarê pêşxistina civaka kurdî bidin û di pirosesa pêşxistina civaka Kurdistanê de roleke çalaktir bilîz in.
Her di vî warî de pêwîste wezareta xwendina bala û saziyên ragehandinê û saziyên çap û weşandinê, li Kurdistanê, giringiyê bi lêkolînên zanîngehan û afrandinên din bidin, ji ber ku bi wî awayî zanîngeh û civak zêdetir têkelî hev dibin.

Îro em biserkeftina we gelek kêfxweş in. Ew xwendekarên ji unîversîteya Silêmaniyê û unîversîteyên din derdiçin, dibine hokarê pêşkeftina civak û welatê me û ev jî beşeke ji pirosesa binyatdanan şexsiyeta kurdistanîyan.

Karnameya hikûmeta herêma Kurdistanê eve; jiyaneke xweş, modern, peydakirina derfetên karî û xwendina bala li derveyî Kurdistanê bo we yên birêz dabîn bike. Ev yek jî bi rêya; parastina emniyet û aramiyê, teyînkirin li sektora giştî a hikûmetê de, peydakirina derfetên karî bi rêya sektora taybet, qerzên biçûk û dabînkirina civakî, pêdana pêşîneyên zewacê û avakirina xaniyan û berdewamiya bernameyê geşepêdana şiyanan, tê cîbicîkirin.

Silêmanî her di kevin de xwedî sermayedarên welatperwer bûye, çakîya wan û pirojeyên wan yên di xizmeta bajêrê wan de wisa kiriye ku, navê wan biekve nav rûpelên dîrokê da. Nuha jî, ez gelek kêfxweş im ku, dibîn im hindek ji wan sermayedarên Silêmaniyê pirojeyên xizmetgozarî bo bajarê xwe berfirehtir dikin. Ev yek ji aliyê em ve, cîyê rêz û teqdîrê ye. Her li vira, daxwazê ji kompaniyên navxweyî û biyanî dikim ku, fêdey ji şiyan û îmkanên xwendekarên derçûyên zanîngeha Silêmaniyê werbigir in. Ji bê vê armancê jî divê peywendiyên baştir di navbera zanîngeh, kompanî û saziyên peywendîdar de ava bibin.

Birêzan,

Me gelek caran guh lê dibe ku dibêjin Silêmanî hatiye piştguh xistin, lê belê ez bawer nakim tu hikûmetek bikaribe Silêmaniyê îhmal bike, ji ber ku dîroka Silêmaniyê bi bizav û zîndîyî hatiye tomar kirin û ev jî garentiya dide ku bi tu awayî Silêmanî neyê piştguh xistin. Em qed Silêmaniyê îhmal nakin, Silêmanî her ezîz e û li ba me, ew dê her ezîz bimîne.

Me beriya nuha jî gotiye ku em dê Silêmaniyê bikin paytexta kulturî li herêma Kurdistanê. Nuha jî em gelek piştgiriyê li pirojebiryara bifermîdiyarkirina Silêmaniyê weke paytexta kulturî dikin. Ew pirojebiryar nuha, ji bo pesindkirinê, li parlamentoya Kurdistanê ye.

Destpêka gelek bizav û çalakiyên edebî û rojnamegerî, li herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê destpêkirine. Karnameya me jî, li hikûmeta herêma Kurdistanê eve ku, bi piştgiriya me ew bizav û çalakiyên edebî û rewşenbîrî li Silêmaniyê berdewam bin, herwesa hemû ew saziyên rewşenbîrî û edebî ku, pêwîste hebin, berdewam bin, daku bê kêmûkasî Silêmanî bibe payetxata kulturî.

Di warê îdarî jî de, me gotîye ku, em alîgiriya wê yekê dikin ku, desthilatên zêdetir ji wîlayetan bidin qeza û nahyeyayn daku Kurdistan hemû bi hev re weke hev bikare pêşbikeve, herwesa daku di rêvebirina karên îdarî de li saziyên hikûmetê, karê hevwelatiya bi hêsanî birêve biçe. Ev jî beşek ji pirosesa çaksaziya îdarî û siyasî li herêma Kurdistanê ye, û em, li hikûmeta herêma Kurdistanê pirosesa çaksaziyê bi cidî berdewam bikin.

Me gelek hewil da ku ew tesîra xerap a ji encamê milmilana dijwara dema hilbijartinan serîhilda bû li hemû deverên Kurdistanê nehêl in. Daku hevwelatî ji wan mafên xwe yên li cem hikûmetê hene, bêpar nebin. Herwesa em ji bona dabînkirina rewşeke biîstîqrar dixebitin, çunkî tu pêşkeftin bêy emniyet û aramiyê çênabe. Ji ber hindê, em bi pêdvî dizanin ku, hemû terefên Kurdistanê hertim prastina aramiyê li ber çavan bigirin .

Yek ji sîfetên xelikê ilêmaniyê bajarê xwe xweş divê. Ev jî, ji bo pêşkeftina her bajarekî, taybetmendiyeke gelek baş e. Bê guman, xelkê Silêmaniyê dixwazin hemû bajarên Kurdistanê jî pêşbikevin.

Birêzan, amadebûyên xweştivî..

Nuha jî kirîzeke siyasî û dewletdariyê li Îraqê heye. Kurd û serokatiya Kurdistanê ne dirustkerên wê alozî û kirîzê ne, lê ew kirîz ji encamê cîbicînekirina destûra Îraqê û rêkeftinên pêşwext dirust bûye. Me, weke kurd, gelek zirar ji cîbicînekirina destûra Îraqê dîtiye. Her wê jî wisa kur ku kurd û serokatiya Kurdistanê van meseleyan bînin rojevê. Ji ber ku hemû pirosesa siyasî û sîstema federalî li Îraqê li ser esasê pirensîpên demokratîk û tewafiqê hatiye avakirin. Bicîbicînekirina destûrê, Îraq dikeve nava xeteriyê da.

Ew made û bedên destûrê ku, peywendî bi herêma Kurdistanê heye, heta nuha nehatine cîbicîkirin. Ew made û bendên girêdayî kurdan in, ji bo kurdan çarenivîsaz in. Madeya 140ê ku, çarenivîsê Kerkûkê û beşeke mezin ji çarenivîsê xelkê Kurdistanê pêve bende, heta nuha nehatiye cîbicîkirin, ev jî binpêkirina destûrê ye, û her ji ber vê yekê li gelek deverên nakokbar xêzanên kurdan bi awayekî eşkere di bin gefên kuştinê de ne. Budceya pêşmerge nehatiye dan û herêma Kurdistanê ji budceya bergiriya Îraqê hatiye bêpar kirin. Di warê fêdewergirtin ji samanên xwezayî jî de, berdewam daxuyaniyên li dijî destûrê tên dan û heta nuha qanûna neft û gazê li Îraqê ku, me pêşwext rêkeftin li ser kiribû, nehatiye cîbicîkirin. Qanûna dabeşkirina dahatiniyê patrolê jî nehatye cîbicîkirin.

Herêma Kurdistanê, ji encamê wê siyaseta neftê a ku li ser çûye, îro di vê Îraqa kêmkareba de, herêma Kurdistanê xwedî elektirîk e û karebayê dide wîlayeta Kerkûka xweştivî jî, hersa rêkeftin hatiye kirin ku herêma Kurdistanê karebê bi wîlayeta Mûsilê jî bide. Nuha Kurdistan îtîmadê dide ser xwe û li herêma Kurdistanê ronahî ye û ronahiyê bi derdûra xwe jî dide. Vêça li şûna hikûmeta federal a Îraqê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê bike ku kareba ji bo hevwelatiyan dabîn kiriye, siyaseteke bervajî li hember herêma Kurdistanê peyrew dike.

Şoreşa Kurdistanê her ji destpêkê ve şoreşeke bergiryê ji xelk û axa Kurdistanê bûye. Me çavê xwe neberdaye ser maf û axa tu kesî. Hîngê em amadenebûn û nuha jî em neamadene des tji maf û axa xwe berdin. Ji bo çareserkirina van pirsan îraqiyan rêyek diyar kiriye, ew jî cîbicîkirina destûra Îraqê ye.

Ew mafên em daxwaz dikin û ew rêyên em ji bona bidesxstina mafên xwe bikartînin, ne destûrî û neqanûnî nînin. Me ji wê dema ji bo bicîanîna wan fan di destûrê de hatine destnîşan kirin, zêdert tehemul kiriye. Niha jî em çaverê ne ku ew mafên me yên destûrî di çarçoveyê destûra Îraqê de bên cîbicîkirin. Pabendbûna bi destûrê bi tenê bi gotinan çênabe, pêwîste di zûtirîn demê de, rêkeftin li ser bê kirin.

Di vî warî de, yekbûna hemû gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê li ser cîbicîkirina ew madeyên destûrî ku peywendî bi demokrasî, federalî û mafên kurd ve heye li Îraqê, karekî gelek gelek pêwîste û çênabe tu kes û alî xwe jê dûr bike.

Xwendekarên xweştivî

Careke din we pîroz dikim. Hêvî dikim, di bin sîbera yekgirtina hemû gelê Kurdistanê de, hûn ber bi aramî, jiyaneke xweş û pêşkeftî ve biçin. Hêvîdar im bajarê Silêmaniyê û hemû Kurdistan hertim di xweşiya de bijîn.

Gelek sipas dikim

01.07.2012  

Back to top button