Polîtîk

Doza KCKê îro destpê dike

Li Stenbolê, li Silivriyê, doza KCKê (Koma Civakên Kurdistanê) a Giştî îro destpê dike. Di bergeha doza KCKê de, 193 gumanbar têne darizandin. Ji wan 132 gumanbar girtî ne û 51 gumanbar jî negirtî têne darizandin. Hêzên ewlekariyê, li derdorê girtîgeha Silivriyê tedbîrên berfireh girtin. Tenê, xizmên gumanbaran, nûnerên partiyên siyasî û parêzer berdane salona rûniştinê. 

Di nav yên ku têne darizandin de, akademisyen û rewşenbîr jî hene. Prof.Dr. Busra Ersanli jî di nav de, ku bi girtî tê darizandin, dîsa weşanger Ragip Zarakolu, ku ewilê girtibûn û dûra berdan û niha negirtî tê darizandin, bi mehan e ku cara ewil dike derkevine pêş dadger. 

Ji bo akademisyen û endama Komisyona Zagona Bingehîn a BDPê Prof.Dr. Busra Ersanli, 38 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Dîsa ji bo weşanger Ragip Zarakolu jî, di navbera 7 û 15 salan de ceza tê xwestin.  Wana, bi hinceta “rêvebirên rêxistina çekdar a terorê” ne têne darizandin. 

Runiştinên Doza KCKê a Giştî a Stenbolê, heta 13ê Tirmehê bêrawestandin wê dewam bike. 

 

 

         

 

Back to top button