Polîtîk

PYD xelkê direvîne

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xelkê direvîne û pêşî li xwepêşandanan digire.

ENKS daxûyaniyek belav kir û di tê de daxwaz ji Ji Meclisa Gel kir ku 3 kesên ku hatîn girtin bîne azad kirin.

ENSK di daxûyani xwe de kiryarên PYD-ê şermezar dike.

Daxûyaniya ji aliyê ENSK-ê ve hatî belav kirin bi vî awayî ye:

 Komîteyên Parastina Gel ên girêdayî PYDê, car caran li Cizîr, Kobanî û Efrînê ji bo duristkirina tirs û dudiliya li ser cadeya kurdî xelkê direvînin. Heta rewş giha wê yekê ku pêşî li xwepêşandanên roja înê yên li Efrîn û Kobanî bigrin. Ev jî bû sedemê pevçûna navbera welatî û çekdarên Komîteya Parastina Gel de.

Ev kiryarên bi vî awayî zêdetir li navçeyekê çêdibin, zirarê digihînin navdariya kurdan û peywendiyên navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê de. Ji bilî vê yekê zirarê digihîne tevgera aştîxwaz a gel ku li navçeyên kurdî li dijî zordarî û stemkariyê tên.

Em pêwîstiya bi girêdana peymana lêktêgihiştinê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmzekirin dubare dikin. Bi cîbicîkirina vê peymanê, li navçeyên kurdî aştiya gel diparêze. Herwiha navçeyên kurdî ji her milmilaneyek kurdî-kurdî diparêze û serî hildana wî ne di berjewendiya ti kesî de ye.

Em bangewaziya xwe digihînin birayên xwe yên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ber bi vê helwestê ve neçin. Ev jî bi ti awayî ne di berjewendiyên gelê kurd de ye û bi taybet jî di vê qonaxa nazik a li ser welatê me Sûriyê re derbas dibe.

Li himber vê daxûyaniya ENKS-ê, nûnerê PYDê yê li Kurdistana Başûr Hisên Koçer  diyar kir ku niha bi wê yekê ve mijûl in bi hev re karên hevbeş bikin, lê em heta niha negihiştine rêkeftina dawî. Ji ber ku ENKS ne amade ne û bersiva me nedane.

Koçer di berdewama axaftinên xwe de got: “Roj li pey rojê li herêmên kurdî xwepêşander zêdetir dibin û ti pirsgirêkên me ligel sazkirina xwepêşandanan nîne. Lê em çi bikin, ENKS ku ji 15 partiyên kurdî pêkhatiye, tenê dikarin 100 kesan bihênin ser cadeyan û xwepêşandanê bikin.”

Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Hisên Koçer hinek alî û kesên di nava ENKSê de bi wê yekê gunehbar dike ku girêdayî Tirkiyê ne, tên navçeyên kurdî û banga wê yekê dikin ku Artêşa Azad a Sûriyê me diparêze û nûnertiya me dike. Koçer di vî warî de got: “Gelê kurd bi wê yekê razî nabe û Artêşa Azad a Sûriyê napejirîne.”

Herwiha nûnerê PYDê Hisên Koçer ne agahdariya xwe derbarê girtina hersê kesên ku ENKSê behsa wan kirî nîşan da û ew yek jî ne veşart ku roja înê hinek nakokî durist bibûn.

Back to top button