Polîtîk

Salvegera 19. a komkujiya Sêwasê

Komeleya Pîr Sultan Abdal, li Sêwasê, di sala 1993 an, 2ê Tirmehê de,  Şahiya Pîr Sultn Abdal organîze kiribû. Gellek entelektuel, hozan, nivîskar, helbestvan, beşdarî pîrozbahiyê bibûn. Ji aliyê oldarên radîkal ve, otela ku beşdarî lê diman, otela Madimakê hate şewitandin. Di ancama bûyerê de, 33 rewşenbîr ku pirranyên wan Elewî bûn, şewitîn an bi dumanê qeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. 2 xebatkarên otelê jî jiyana xwe wenda kiribûn.

Di nav kesên ku jiyana xwe wenda kirin, Asim Bezîrcî, Metîn Altiok, Hasret Gultekîn, Nesîm Çîmen, Muhlîs Akarsu jî hebûn. 51 kes jî, ku di nav de kesên wek Azîz Nesîn hebûn, bi derfetên xwe ancax karibûn xwe bi giranî birîndar bifilitînin.

Ew komkujiya, di desthilatdariya Serokwezîr Tansu Çiler de pêk hat. Cîgirê Serokwezîr jî Erdal Înonu bû. Dûra derkete holê ku, ew komkujiya bi zanebûn hatiye kirin. Çimkî, ne polisên li cihê bûyerê ne jî leşkeran, mudaxeleya bûyer nekirin. Dema bi hezaran kevneperest li ber otela Madimakê kom bûn û agir berdane Madimekê, polis û leşkeran tenê temaşe dikirin.    

Back to top button