Polîtîk

Serokwezîr li zanîngeha Silêmaniyê bû

Li bajarê Silêmaniyê, bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Kurdistanê zanîngeha Silêmaniyê merasimek ji bo meznun kirina xwendekarên xwe saz kir.

Di merasima han de ku, kesûkarên Xwendekaran û hijmarek rayedar û berpirsên Kurdistanê jî tê de beşdarbûn, Serokê Zanîngeha Silimaniyeyê peyvek pêşkêş kir û piştî bi dawî hatina gotara Serokê Zanîngeha Silimaniyeyê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî gotarek pêşkêş kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xendevanên Zanîngeha Silimanî û Mamosteyên Zanîngehê  kir.

 

Serokwezîrê Kurdistanê bi berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngiya zanist û xwendinê kir û da xûyakirin ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide daku, girîngiyeke taybetî bi xwendin û zanistê bide û bo pêşde birina Zanîngeh û asta xwendina wan wê her cure hevkariyek pêşkêş bike.

Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ya axavtinên xwe de hinek jî behsa Bajarê Silimanî û şîniyên wê jî kir û ragihand ku, yek ji taybetmendiyên sereke yên şîniyên Silimaniyeyê ewe ku, gelek hij  bajarê xwe dikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku, Zanîngeha Silimanî xwedan dîrokeke gelek girîng ya zanistiiye û heta niha gelek kesayetiyên mezin pêgehandiye û weke navendeke zanistî di pêgehandina kesayetiya nîştimanî de roleke gelek girîng lîstiye û hevdem bûye sedema pêşkeftina asta zaniyariya nîştimanî û netewî ya gelê kurd.

 

 

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de, behsa rewşa siyasî ya Îraq û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û ragihand ku, em gelê kurd li ser axê xwe daxwaza mafên xwe dikin û çavên me ne li maf û axa ti kesekiye.

Barzanî di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku, yek ji zerermendên sereke yên cîhbicîh nekirna madeya 140 û destûra bingehîn ya Îraqê gelê kurde û yek ji sedemên sereke yên kêşeyên heyî yên niha di Îraqê de jî cîhbicîh nekirina destûra bingehîn ya Îraqê ye.
 

Back to top button