Serdozgeriya Bursayê: Ocalan ji Îmraliyê qet derneketiye

Îro, ji aliyê Serdozgeriya Komarê a Bursayê ve di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek hat. Serdozgeriyê diyar kir ku, ti cara Ocalan ji Girava Îmraliyê derneketiye. Di rojên dawiyê de, ji aliyê hin rojname û çapemeniyê ve tê îdia kirin ku, Ocalan li Îmraliyê diçe Bursayê û li wira di mêvanxana MÎTê de dimîne. Hat îfade kirin ku, Ocalan, hîn li Girtîgeha Îmraliyê, li Tîpa F a ewlekariya bilind de cezayê wî tê înfazkirin. Îdiayên ku di nûçeyan de cih digirin, qet bi rastiyê nakevin.
Rojnameya Aydinlik û hin rojname û çapemeniya civakî, îdia dikirin ku, Ocalan ne li Girava Îmraliyê ye û her tim bi taybet jî di mehên dawiyê de diçe Bursayê û li wira li mêvanxana MÎTê de dimîne. Rojnameyê piştî vê nûçeyê, roja din îdiayeke din avête holê û got ku, Ocalan, li cem MÎTê bi rayedarên Amerîkayê re hevdîtin çêkiriye. Ev îdiayana ji aliyê Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn ve jî hatibûn derewandin û gotibû ku, kesên ku bawer nakin Ocalan li Îmraliyê ye, karin biçine Îmraliyê.
Tê zanîn ku, nêzika salekêye, Abdullah Ocalan nikare ne bi parêzerên xwe re ne jî malbata xwe re hevdîtina pêk bîne. Heta niha bi gellek bahaneyan hevdîtin tim hatiye astengkirin. Ji ber vê, car caran û b taybet jî di rojên dawiyê de nûçeyên spekulatîf tên weşandin.
Dîsa di vê mijarê de, Parlementerê Amedê Ahmet Turk, serlêdan kir ku, ew dixwaze biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.