Hemû Partiyên Kurdistanî civiyan

 

Daxuyaniya hevbeşa civîna Serokê Herêmê li gel aliyên Kurdistanî

Îro pênçşem 22/11/2012 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta nirxandina pêşketinên dawiyê rûdawên li Iraqê û bi taybetî pêşketina gîr û giriftên taybet bi Operasyona Dîcle li Kerkûk û Duz û navçeyên veqetandî, li gel nûnerên hemû aliyê siyasiyên Kurdistanî re civiya.

Aliyên siyasiyan kok bûn li ser wê yekê ku ezmuna hukimraniya Iraqê dûçarî qeyranekî bingehîn bûye û bi çendîn awayî berceste dibê yek ji wan binpêkirina destûr û karkirina ji bo bikaranîna artêş li gengeşeya siyasî û serhildana rêbaza takrewî û binpêkirina peymanên siyasî û nebûna xizmetguzariyê ji bo welatiyan û pêşketina gendelî û berdewambûna qeyrana hukim û kûrbûna nakokiyên siyasiyan.

Beşdarvanên civînê bi hevrebûn ku damezrandina hêza Operasyona Dîcle û tevgerên serbaziyan li navçeyên veqetandî de li ser wê yekê ku binpêkirineke rûna destûr û balkişandineke pir metirsiye ji bo dûbarebûna tevgerên şoveniyên dijî bi xelkê Kurdistanê û hewleke ji bo şandina qeyranên navxweyiyên Hikûmeta Bexda berev Kurdistanê.

Nûnerên aliyê siyasiyan tekez li ser pêwîstiya helweşandina kirdarên hêzên Operasyona Dîcleyê kirin û ji bo vê mebestê jî hemû rêyên destûrî û siyasiyan li ber digrin.

Her wiha biryar dan nameyekî hevbeş pêşkêşî Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê û pêkhatên siyasiyan û aliyê siyasiyên dinê Parlemena Iraqê bikin û helwesteke yekgirtî û yekrêziya xelkê Kurdistanê li dijî binpêkirina destûr û metirsiyên takrewî û vegerana dîktatoriyet û binpêkirina hevkarî û şeraketa nîştimanî bixinrû.

Peyama vê civînê ji bo hemû aliyek derbirî yek helwest û yek îradeyiya xelkê Kurdistanê û hêzên siyasiyan li dakokîkirina li asayîşa Herêmê û projeya demokratî federalî û destûrî li Iraqê da û li ber girtina hemû kaye û amrazên siyasî û destûrî rêyên danustandin û guftûgoyê bi hevkariya hêzê siyasiyên Iraqê ji bo çareseriya bingehîna qeyranan. Li gel tekezkirina civînê li ser rêya aştî û danustandinê ji bo çareseriya kêşeyan, amadevanan ji bo amadebûna wan ya her egerekî nexwastî piştevaniyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî.

 

Aliyê siyasiyên beşdarvanê civînê:

Partiya Demokrata Kurdistanê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Tevgera Goran

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê

Komela Îslamiya Kurdistanê

Tevgera Îslamiya Kurdistanê

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê

Partiya Şu’î(Komunistên) Kurdistanê 

Tevgera Demokrata Turkmen

Tevgera Çaksaziya Turkmen

Lîsta Erbîla Turkmenî 

Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr 

Tevgera Demokrata Aşûrî 

Lîsta Ermen

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: