Hevpeyvîn

Hemû hevpeyvîna Mesrûr Barzanî bi Elşerq Elewset re

Mesrûr Barzanî serokê ajansa Parastinê di hevdîtineke xwe ya digek rojnameya Elşerq Elewset  re çendîn babetên girîng serbaret bi kar û çalakiyên Partiya Demokrata Kurdistanê û rewşa giştî ya Kurdistan û Deverên veqetabdê, rewşa kurdên Sûriyê, Îranê û Tirkiyeyê şîrove kiriye ev jî texta vê hevdîtinê te:

Pirs: Di kongreya dawî ya partiya Demokrata Kurdistanê de çendîn diroşmeyên sereke û girîng di bin navê guhertinê de hatin dayîn, gelo piştî kongreyê ev guhertinên han hatine kirin?

Mesrûr Barzanî: guhertin anjî guhrenkarî tiştek nîne ku, bitenê carek werê kirin belku guhertin pêwîste berdewam be di nava jiyanê de, jiyana siyasî, civakî, jiyana partî û jiyana her takekî civakê de, li gorî min di nav kongre û partiya me de guhertinên gelek girîng çi di nav bername û peyrewa navxweyiya partî de û hem jî di warê beşdarîkirina kesên nû û ciwan di nav serkirdayetiya partî de. Tevahiya wane guhertin in, lê mimkune her kes bi awayekî cuda bihêzire, gelo ew guhertinên han li gorî dilê her kesî bûye anjî na, dibe her kes li gorî xwe bersiv bide. Lê li gorî min ev guhertinên ku, dibaya bihatana kirin hatin kirin û dê dom jî bikin, jiber ku, ev guhertin bi yek kongre bi dawî nabin belku pêwîste guhertin di nav bernameya partî de be.

Pirs: Piştî kongreya 13an a partiya Demokrata Kurdistanê hinek kes dibijên ku, ev partiya han ber bi partiyeke leşkerî ve diçe ne partiyeke medenî?

Mesrûr Barzanî: Kî anjî çi kesek tişteke wisa dibije? Bila hin tişt eşkere bin, jibo agehdariya we Partî partiyeke ku, cemawer û alîgirên xwe di nava gel û civakê de hene, di nava dezgehên partî, hukmî û leşkerî de alîgirên Partî hene, ti elaqeyek bi vê yekê ve tuneye ka tu li kûderê dixebitî anjî kar dikî. Li her derê alîgir û endamên Partî kar dikin. Eger ku, xelkê xwedan şiyan hebe û bikaribe baweriya dost û hevkarên xwe bi dest bixe û xwe berbijarê postê serkirdayetiya Partî bike bêgoman ev yek cîhê serbilindî û şanaziyê ye û ez pîrozbayî li tevahiya wan dikim. Ez tiştekî wisa qebûl nakim ku, Partî ji partiyekî medenî ber bi partiyeke leşkerî ve guhertin kiribe ev tenê qise û gotinên bê bingeh û esasin.

Pirs: Meseleya reform û çaksaziyan gelek tê nîqaşkirin, serokê Kurdistanê jî bernemeyeke baş û berfire ya guhertin û reforman amade kiriye gelo ev guhertin û reformên han Partî jî digirin nava xwe?

Mesrûr Barzanî: Bernameya reforman ne bernameya pertiyekê ye, Partiya Demokrata Kurdistanê bi xwe piştgîriya bernameya reforman dike, vê car ev reform di nava desthilatê de dibe anjî di nava karûbarên Partî de be, em gelek dixwazin ku, çaksazî anjî reformên han werin kirin, lê ev bernameya han gelek berfireye û bi tenê aliyek nade ber xwe anjî sînoreke vê ya taybetî tuneye. Ev bernameya han tevahiya Kurdistanê dide berxwe û em jî weke Partiya Demokrata Kurdistanê piştgîriya bernameya reforman a serok Barzanî dikin û ji bo serkeftina vê bernameya han ev tiştên ku, bikevin ser milên me dê em cîhbicîh bikin.

Pirs: Gelo beriya bi dawîhatina vê salê Partî dê serokatiya hikûmetê ji YNK werbigire?

Mesrûr Barzanî: Heta niha bi ti awayî li ser vê mijarê giftûgo nehatiye kirin û ti biryarek jî nehatiye dayîn lewre nikarim di vê derbarê de tiştekî bibijêm.

Pirs: Gelo hun çiqasî ji kar û çalakiyên serokwezîrê Kurdistanê Dr. Berhem Salih razîne?

Mesrûr Barzanî: Her kesek xwedan xalên lawaz û xalên bihêz e.

Pirs: Gelo Partiya Demokrata Kurdistanê bi yek lîst beşdariya hilbijartinên  Parêzgehan dike anjî bi hevpeymanî?

Mesrûr Barzanî: Wateya hevpeymanî ne ewe ku, em nekaribin bi tenê beşdarî bikin, em weke Partî vê li ser vê meseleyê nîqaş dikin daku, bizanibin bi çi awayî tevî YNK lihev dikin, giftûgo dikin daku, bigehêjin wê biryara ku, li gorî berejwendiyên me de be, gava em gehêştin vê pêvajoyê vê emê li ser vê yekê jî biryara xwe bidin.

Pirs: Hijmareke zêde ji endamên serkirdayetiyên her dû aliyan behsa peymana steratejîk a di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û YNK dikin û dijin zererên xwe hebûne, gelo zererên vê peymanê ji Partiyê re hebûne?

Mesrûr Barzanî: Ez nebawerim ku, her tiştek ku, bibe sedema yekrêziya mala Kurd zererê xwe hebe, mimkune ji bo aliyên derdor zererên xwe hebûbin lê ji bo gelê Kurd xêr têde bûye, heta dema ku, aliyên Kurdî lihev bikin dê bêgoman bi qazanca gelê Kurd be, partayetî bi wateya Kurdayetî ye lewre ev tiştên ku, ji Kurdan re xêra wan hebe bê goman xêra wan jî ji bo partî re heye. Eger hin destkeftên Partî jî ji dest herin jî, ji ber yek  rêziya gelê xwe, em dê her  girêdayî bi peymana steratejîk bin.

Pirs: Di çarçoweya bernameya serok Barzanî a ji bo reforman de dibijên hin rayedarên bilind yên partiyan û hikûmetê jî tawanbarin bi gendelîyê, gelo ev yek çende raste?

Mesrûr Barzanî:  Ez nikarim bersiva vê yekê bidim, eger got-got anjî axavtinek heye vê demê pêwîste belge anjî îsbatên vê hebin, gava ku, belge anjî îsbat hebe vê demê Dadgeh heye û li ser wan biryar dide, lewre nabe em xwe bixine pêşiya bûyeran. Ez nikarim bersiva axaftinên xelkê bidim ger ku, kesek tawanbar be û li ser vê îsbat bibe anjî tawana vî îsbat bibe vê demê Dadgeh biryar dide, jiber ku, qanûn di ser her tişt û her kesekî deye gava ku, tişteke wisa li ser kesekî îsbat bibe bêyî posta vî werê esasgirtin vê lêpirsîn jê werê kirin.

Pirs: Gelek axavtin li ser vê yekê tên kirin ku, qaşo berpirsên Partî li Silimaniyê teqe li welatiyan kirine, gelo çima Partî ev berpisên han radestî Dadgehê nake?

Mesrûr Barzanî: Ez nehayedarim ku, Dadgehê daxwaza kesekî kiribe, lê rastiyek heye ku, dibe liber çavan re were derbas kirin ev jî eve ku, Partî xwedan kesayetiyeke meneviye, ew kesin ku, hatine zererê li Baregeha Partî bidin nehatibûn ku, zererê li kesekî bidin, ew kesên han êrêşî baregeha partiya me kirin û êrêşa dîrokekî kirin, êrêşî rêbazekî kirin, jiber vê çendê tevahiya Partî ketiye ber êrêşê nejî takekesek. Ez nizanim ka çawe dikarin di nava vê qerebalixiyê de kesek destnîşan bikin ku, teqe kiriye anjî kesek tawanbar bikin bi afrandina nakokî û aloziyan, mesele di destpêkê de bi xwepîşandan destpê kiriye. Hinek kes êrêş kirine û hinek kes jî parastina xwe kiriye, tişta ku, ez dizanim eve ku, daxwaza ev kesan jî ku, hana xelkê dane daku, aloziyan biafrinên hatiye kirin, yekem car ev nakokî afrandine û êrêş kirine û di encama êrêşên wan de ev meseleyên han qewmîne.

Pirs: Li gorî ku, hun berpirsê ajansa parastina asayîşa Kurdistanê ne gelo hun bûne hevpeymanê welatên din ji bo şerê dij bi terorê?

Mesrûr Barzanî: Em dijayetiya Terorê dikin jiber parastina ser, mal, can, nîştiman û xelk û welatê xwe, li cem me selametiya xelkê me ji her tişteke din girîngtire, heta niha ev têştin ku, ketine ser milê me me kiriye û ji niha û pê de jî ev tiştên ku, bikevin ser stuya me emê bêgoman cîhbicîh bikin. Her di destpêkê de aliyên terorîst hewl dan daku, li Kurdistanê de dest bi afrandina aloziyan û teqînan bikin, lê spas ji xwedê re bi hêmet û keda Efser û xelkê me yê xweragir û berxwedêr yên ku, bi şev û roj kar dikin tevahiya ev hewldanên han hatin pûçkirin û Kurdistan jî ji metirsiyên Terorê hate parastin, her çend li ti deverekî em nikarin bibijên ku, ewlekariya azad û bidawî heye lê Kurdistan li gorî ev hemu êrêş û teqînan ku, li deverên din hene, devereke aram û xwedan ewleye, Kurdistan ji ber rewşa xwe ya baş a ewlekarî kariye ku, cîhek baş ji xwe re bibîne û tevahiya me jî bi vê rewşa baş ya ewlekarî serbilidin û rewşa baş ya ewlekariya Kurdistanê  bûye nasnameya her kesekî.

Pirs: Gelo ti amar anjî hijmareke êrêşên întiharî yên ku, Kurdistan kirine armanca xwe li berdestê we de heye? Çend êrêş hatine pûçkirin?

Mesrûr Barzanî: Gelek tişt hebûne hatine belavkirin lê gelek tiştên din jî hebûne ji ber rewşa ewlekariya Kurdistanê nehatine belavkirin lê gelek hewldanên curbicur hebûn ji bo alozkirina rewşa baş ya Kurdistanê, gelek ji wan hewldanan jî hatine pûçkirin û tevahiya wan jî hatine tomarkirin. Niha jî hewldanên êrêşê întêharî dom dikin lê li hember wan de jî hewldanên me dom dikin, encamnedana hewlên Terorîstan berhema şevnerazana karmend û Efserên me yên qehreman û fedakar e, li gorî me jî ev yek baştirîn padaşte ku, ji aliyê xelkê ve ji me re tê dayîn.

Pirs: Gelo di derbarê wan karan de ti peyvendiyek di navber Hewlêr û Bexdayê de heye?

Mesrûr Barzanî: Bêgoman peyvendiyên gelek baş jî hene.

Pirs: Jibo şerê dijî Tîrorê pêdeviya ve bi hevkariya Amerîkayê heye, gelo vekêşandina hêzên Amerîkayê ji Îraqê nabe sedema zêdebûna kiryarên terorîstî li Îraq û deverê de?

Mesrûr Barzanî: Heta niha ev tiştên ku, hatine kirin me bo xwe kiriye, hebûna hêzên Amerîkayê li deverên din yên Îraqê de bûye ne li Kurdistanê, Kurdistan ji aliyê xelkê Kurd ve hatiye parastin, vê ca ferq nake pêşmergeye, asayîşe, polîse anjî hêzên dinin, lê eger ku, li Deverekî de valahiya ewlekarî çê bibe vê zext jî dikeve ser me. Beriya niha me ev yek diyar kiribû ku, eger beriya hêzên Îraqê bigehêjine astekî ku, bikaribin ewlekariya welat biparizên hêzên Amerîkayê vekêşin vê rewş hîn aloztir bibe, her dibe rojek were ku, hêzên han wegerin, lê tişta girîng dema vegarandina wan hêzaye, lê niha ez di vê baweriyê deme ku, niha zûye ji bo vegerandina hêzên Amerîkayê, li gorî me heta dema ku, hêzên Îraqê bikaribin bibin xwedan vê astê ku, şerê Terorîstan bikin û li dijî wan metirsiyan ku, rastî welat dibin pêwîstiya Îraqê bi hêzên Amerîkayê heye.

Pirs: Gelo hunê derfet anjî îznê bidin ku, hêzên Amerîkayê li Kurdistanê de navendên xwe vekin?

Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya vê yekê bi biryara Bexda, Hewlêr û Amerîkayê heye, dibe Amerîka bi Hikûmeta fedral re giftûgo bike û lihev bikin û bi Hikûmeta Kurdistanê re jî giftûgo bikin, her çend beriya niha me di vê derbarê de helwesta xwe eşkere kiribû, lê bi tenê nêrînên me nebese ji bo damezrandina navendên hêzên Amerîkayê li Kurdistanê de.

Pirs: Gelo piştî vekêşana hêzên Amerîkayê ti fikar anjî ti tirseke we ji bo paşeroja Kurdistanê bi taybetî Deverên veqetiyayî ku, heta niha tiştek ji wan re nehatiye kirin heye an na?

Mesrûr Barzanî: Xwezî xelkên din jî weke me xemxorê ewlekarî û rewşa Îraqê bûbana, bêgoman em ne bi tenêne her kes vê yekê dizane ku, bêyî ku, kêşeyên heyî werin çareserkirin vekêşandina hêzên Amerîkayê dibe sedema aloztirbûna rewşa han, di demên derbas bûyî de ti hêzek li Kurdistanê de nebû û hertim jî li ser me gef û metirsiyên terorê hebûn, (êrêş hatiye ser me, hatine enfalkirin û kîmyayî jî li dijî me hatiye bikaranîn) lê me xwe û nîştimana xwe parastiye û jiniha û pêde jî li ser vê yekê vê bi îsrar bin, li ser ev prensîb û armancên ku, me ji wan re xebat kiriye vê emê xebata xwe dom bikin. Niha metirsî eve ku, kêşeyên heyî mezintir û aloztir bibin hêvî dikim kêşeyên han li gorî berejwendiyên her kesî werin çareser kirin  û nabe kêşeyên han li gorî berejwendiyên aliyekî siyasî werin çareserkirin, pêwîste berjwendiyên xelk û nîştiman jî esas werin girtin jiber ku, gonahe anjî tawane ku, ev xelk bibe qorbana lîstokên siyasî.

Pirs: Piraniya kêşeyan li Kerkûkê ne, li Kerkûk jî Kurd, Tirkman û Erb dijîn, heta niha jî serkirdayetiya siyasî bi awayekî cidî bi wan dû neteweyên din re giftûgo nekiriye, çima serok Barzanî di vê derbarê de destpêşxeriyek nake ji bo sazdana kongreyek bi armanca giftûgo kirin bi neteweyên din re?

Mesrûr Barzanî: Ez nebawerim ku, ev yek rast be, jiber ku, dema nivîsandin û amadekirina destûra Îraqê de her kes û alî amade bûne û amadekirina vê destûra han jî bi lihevhatin bûye, Kurd di hinek waran anjî di hinek xalan de bi awayekî nerim helwesta xwe diyar kiriye bo ku, ji aliyeke din de bibe xwedan destkefteke destûrî û yek ji wan destkeftan madeya 140 a destûra binegehîn ya Îraqê ye ku, di derbarê deverên kêşe leser de hatiye amadekirin, bi taybetî bo çareserkirina kêşeyên Kerkûkê ku, gelek li ser wan tişt tên gotin. Mebesta min eve ku, ev meseleya han tişteke ku, li destûra Îraqê de rêya çareserkirina vê hatiye diyar kirin, lewre vê Kurd çendê din fedakarî bike? Kurd karîbû ku, Kerkûk dagîr bike lê Kurd ev yek nekir jiber ku, Kurd nexwest weke ev tiştên ku, li hember vî tên kirin ev jî bikeve nava hestên întêqam stendinê. Xedir û zextên gelek zêde li Kurd hatin kirin, Kurd hatine derxistin û nasnameya wa jê hate stendin, lê ramê her tiştekî Kurd xwest ku, ev tiştên ku, mafên vî ne bi awayekî demokratîk û aştiyane wan bi dest bixe. Hewlesta Kurd hertim bi vê rengî bûye, Kurd li hember Ereb û Tirkmanan gelek bi nermî tev geriyaye, kêşeya me ne eve ku, kîjan neteve li kûrderê jiyan dike, li gorî me û baweriya me Kerkûk beşeke ji Kurdistanê, ev yek gelek eşkereye ku, kî li Kerkûkê de dijî, eger bixwazin madeya 140 werê cîhbicîh kirin û ev birayên me yên Ereb ku, hatine Kerkûkê wegerin cîhê xwe û Kurd û Tirkmanên ku, ji Kerkûkê hatine derxistin jî wegerin cîhê xwe, pişt re sînorên îdarî û siyasî yên Kerkûkê werên destnîşan kirin û pişt re jî serjimêrî û piştî serjimêrî jî refrandom were kirin, ev baştrîn rê ye ji bo çareserî û çareseriya baş jî îrade û dengên Gele. Pêwîste şîniyên Kerkûkê biryar bidin ka dixwazin ser bi kî bibin, çima xelkên din li Deverên din li ser çarenûsa şîniyên Kerkûkê biryar bidin, pêwîste xelkê Kerkûkê bixwe biryar li ser çarenûsa xwe bide. Helwîstên nerim yên Kurd ên li hember Tirkman û Ereban destkeftên xwe hebûn, bo nimûne, di hilbijaritnan de Serokatiya civata Parêzgehê mafê Kurd bû, lê Kurd saziş kir bo birayên xwenî Tirkman û ev jî ji bo bihevrejiyana Kurd tevî pêkhatên din bû, di wan demên dawî de cenabê serok Barzanî biryar da daku, 200 MW elektirîk ji Kurdistanê bo Kerkûkê werê birêkirin û ev jî nimûneyeke baş ya gêridayîbûna xizmetkirina ji xelkê kerkûkê re ye, di rastî de ev yek erkê Hikûmeta fedral bû lê ev nekir, Hikûmeta Kurdistanê bi fermana serok Barzanî ev 200 mêgvat elektirîk ji Kerkûkê re birê kir.

Pirs: Kurd gelek caran saziş( tevîz dan ango bi nermî tevgeran) kiriye lê aliyên din bi ti awayî neamadene ku, li ser ti xalekî sazişê bikin?

Mesrûr Barzanî: Em bi rastiyan re kar dikin û nikarîn bijîn ku, tevahiya aliyên din jî li dijî aştî û demokrasiyêye, gelek kes hene di nava Tirkiman û Ereban de ku, dixwazin Kerkûk wegere ser Kurdistanê, jiber ku, di warê ewlekarî û xizmetgozarî de baştir jê re xizmet tê kirin, tiştek ku, di asta derfet û îmkanên Kurdistanê de be dê bêgoman ji Kerkûkê re were kirin.

Pirs: Lê ji bilî Kerkûkê Parêzgeha Mûsilê jî beşeke ji wan kêşeyan?

Mesrûr Barzanî: Ji bo çareserkirina wan kêşeyan dibe niyeteke paqêj hebe pêwîste niyeteke paqêj ji bo bihevrejiyanê hebe, ti kêşeyek tuneye ku, neyê çareser kirin, mimkune hinek ji kêşeyên heyî ji aliyê dem ve werin çareserkirin, Mûsil ne weke Kerkûkê ye meseleya Mûsilê gelek di navhev deye, Kurd daxwaza wan Deveran dike ku, têde Kurd piranîne, hêvî dikim kêşeyên heyî yên di navbera lîsteya Biratîya Neynewa  û Hedebayê de werin çareserkirin û ez bawerim hilbijartinên pêşiya me dê gelek ji wan kêşeyan çareser bike, lê kêşeya sereke çareserkirina kêşeyên Deverên veqetiyayiye û ev yek jî bi lihev hatina Hikûmeta Kurdistan û Hikûmeta fedral û esasgirtina destûra bigehîn a Îraqê û esasgirtina dengê xelk tê çareserkirin.

Pirs: Dabeşkirina Îraqê bo sê Herêman bû sedema daxuyaniyên curbicur,  gelo damezrandina Herêmeke din ne gerentiye ji bo Kurdistanê? Hunê çi qasî piştgîrî didin damezrandina Herêmeke din?

Mesrûr Barzanî: Ev ne meseleyeke kêfiye, ne bi destê me anjî bi destê kesên dine, ev e meseleyeke destûriye, damezrandina Herêmeke din eger li ser daxwaza şîniyên Deverê be vê demê dijayetîkirina vê daxwazê binpêkirina destûra bingehîn e, li gorî destûra bingehîn a Îraqê damezrandina Herêman mafeke rewa ya şîniyên wan Deveraye, eger ev daxwaza damezrandina herêmekî bo xwe bikin em bi ti awayî nikarin dijayetiya wan bikin û em weke Kurd di vê baweriyê dene ku, ev tişta ku, ji bo me rewaye ji xelkên din re jî rewaye. Destûr bilindtir ji daxuyaniyên kesaye, baştir eve ku, ev pirsa han pêşkêşî ev kesan bikin ku, li dijî damezrandina Herêmanin, li gorî me damezrandina Herêmeke din karekî destûriye.

Pirs: Li Parlementoya Kurdistanê de qanûnek ji bo yekxistina her dû dezgehên ewlekarî û damezrandina Civata Ewlekariya Kurdistanê hate pesendkirin gelo ev projeya han gehêşte çê astekî?

Mesrûr Barzanî: Qanûnên civata ewlekarî û ewlekariya Herêmê bi piraniya dengan li Parlementoya Kurdistanê de hatine pejrandin, birêz serokê Kurdistanê jî ev qanûnên han îmze kirine û karên pêwîste ber bi dawî ve diçin. Dû qanûn hatine pejrandin, qanûna Civata Ewlekariya Kurdistanê, ev yek Berpirsê tevahiya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê ye ango serpereştiya tevahiya dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê dike û rasterast ser bi serokê Kurdistanê ye. Civata han xwedan yek şewirmende, karê civata han eve ku, hemahengî di navbera serokê Kurdistanê û dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê de bike, ev civat ji bilî diyarkirina siyaseta ewlekariya welat hevdem çawetiya karkirina dezgehên ewlekarî jî diyar dike.
Dezgeha Ewlekariya Navxweyî ser bi Civata Wezîran dibe, dezgeha Hevalgîriya (îstîxbarat) Leşkerî jî ser bi wezareta pêşmerge dibe û ajansa Parastin û Zaniyarî jî ser bi serokê Kurdistanê dibin. Berpirsên ev dezgehên han endamên civata ewlekariya Kurdistanê ne, lê mixabin hinek car jiber fêmnekirin anjî tênegehêştina hinek kesan dibînin ku, daxuyaniyên curbicur di vê derbarê de belav dikin.

Pirs: Nakokiyên sereke hebûn di navbera ajansa Parstinê û dezgeha Zaniyarî de gelo ev kêşe hatine çareser kirin anjî pêvajo ji bo yekxistina van dû dezgehan goncaye?

Mesrûr Barzanî: Ajansa Parastinê demeke dirêje hatiye damezrandin, di dema şoreşa Îlonê de hatiye damezrandin, raste di nava xwe de bi çend kêşeyên navxweyî û şerê navxweyî û dû îdareyî re rûbirû bûne, lê niha pêvajo gelek goncaye û spas ji xwedê re di vê warê de lihevhatineke baş di navbera me de heye ji bo bihevre kar kirinê

Pirs: Hinek kes dibijên hun berbijarin ji bo postê serokatiya Civata Ewlekarî gelo hun amadene ku, ti postek di vê dezgehê de bigirin stuya xwe?

Mesrûr Barzanî: Heta niha di vî warî de ti giftûgoyek nehatiye kirin lê ev kesên ku, di vî warî de xwedan ezmûn bin ji wan fêde tê girtin ferq nake ser bi kîj alî be.

Pirs: Başûrê Sûdanê serbixweyiya xwe bi dest xist û gelek wekheviyên Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hene, hijmarek ji çavdirên siyasî dibijên di sala 2003an de derfeteke baş kete destê Kurd bo ragihandina serbixweyiya xwe lê ev derfeta han ji dest da, gelo hîn jî dema ragihandina serbixweyî maye?

Mesrûr Barzanî: Ez pîrozbayî li xelkê Başûrê Sûdanê dikim, ew nimûneyeke gelek başe, ku xweziyên netewe û Gelan rojêk ji rojan tên bidestxistin, ez rêz ji wan nêrînan digirim, lê eger ku, di sala 2003an de me serkeftin bi dest nexistibaya vê niha ev bi awayekî din rexne li me girtibana, wê demê di gotin ku, Kurd nikarî ku, daxwaza mafên xwe bike û nikarî momariseya rewşê bike û Kurd nikarî daxwaza mafên zêdetir bike û her tişt ji destê wan çû, beriya niha gelek tiştên wisa hatin gotin û nivîsandin, mirov nikare biryar li ser Dîrokê bide lewre tişta herî baş eve ku, mirov di nava Dîrokê de bijî û piştre biryar bistîne, biryar girtin li ser Dîrokê şaş e, ez vê yekê qebûl nakim ku, derfet ji destê Kurd çû be.

Pirs: Gelo eger Kurd niha daxwaza xweseriya xwe bike kêşe heye?

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin ku, her kes bi me re xwedan yek raman be û ez piştgîriya vê yekê dikim ku, mafê Kurde daxwaza serbixweyî bike, lê gava ku, em dixwazin ku, karekî ji bo Gel û Neteweya xwe bikin pêwîste tê de serkeftî bin, eger dem goncaw be û civaka navnetewî jî li ser vê razî be vê demê her Kurdek pê xweşe ku, serbixweyiya Kurdistanê werê ragihandin, li gorî min rewşa Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hinek cudaye, ev derfeta ku , ji Başûrê Sûdanê re hatibû afrandin hin jî ji Kurdistanê re nehatiye afrandin û ev piştgîriya ku, ji Başûrê Sûdanê hate kirin ji Kurdistanê re nehatiye kirin. Gelek xebat hatiye kirin û ez weke welatiyek Kurd serbixweiya Kurdistanê dixwazim.

Pirs: Niha Sûriya bi guhertinên sereke û girîng re rûbirûye gelo ti peyvendiyeke we bi aliyên Kurdî re heye ji bo serxistina wan guhertinan anjî hunê hevkariya Kurdên Sûriyeyê dikin?

Mesrûr Barzanî: Siyaseta me ne eve ku, em tedexula karûbarên navxweyî ya welatên din bikin, lê em hevdem piştgîriya mafên reva yên Gelê Kurd dikin û rêbaza bi destxistina wan mafan jî bo wan Kurdan vedigere.

Pirs: Gelo di derbarê Tirkiyeyê de jî heman helwesta we heye?

Mesrûr Barzanî: Rewşa Tirkiyeyê gelek cudaye, Tirkiye çendîn pêngavên baş havêtiye, û hêvî dikin pêngavên baştir werin avêtin û kêşeya Kurd jî çareser bibe, dema mirov siyaseta welatekî şîrove dike mirov nikare li ser biryarekî wan şîrove bike anjî li gorî biryarekî wan şîrove kirinê xwe pêşkêş bike, dibe gelek bi berfireyî meseleyên han werin şîrovekirin, ev tiştên ku, em dibînin li gorî salên berê gelek tiştên başin û pêngavên gelek girîng hatine avêtin, lê bêgoman li gorî xwasteka Kurd gelek kêmin, lê eger çarseriya aştiyane dom bike vê demê kêşeya Kurd jî çareser dibe.

Pirs: Îran dixwaze asta peyvendiyên xwenî bazirganî bi Îraqê re berfire bike lê hevdem deverên ser sînor yên Kurdistanê topbaran dike, helwesta we li hember vê yekê çiye?

Mesrûr Barzanî: Ti hencetek ji bo topbaran kirina deverên han tuneye û rayedarên Kurd ev yek şermezar û mehkûm kirine, jiber ku, welatiyên medenî bûne armanca wan topbaranan, em dixwazin û hewl didin daku, peyvendiyên me bi cîranên xwe re gelek baş û normal û dostane  li ser rêz girtina dû alî bin.
Pirs: Gelo hencetên Îranê yên ji bo topbaran kirina deverên ser sînor rastin?
Mesrûr Barzanî: Tişta ku, em dizanin eve ku, xelkên Koçer li wan deveran de dijîn û eger Îran jî dixwaze kêşeyên xwe yên bi partiyên opozisyon yên Kurdistana Îranê re çareser bike ev karekî şaşe jiber ku, welatiyên me baca vê yekê didin.

Pirs: Gelek raporên navnetewî li ser binpêkirina mafên rojnamewanan û eşkerncekirina rojnamewanan hatine belavkirin gelo ti îzahateke we di vê derbarê de heye?

Mesrûr Barzanî: Ez naxwazim li gorî pîwerên wan rojnameyan baxivim, her rojnameyek van rexneyan nake, mimkune hinek kes di nava çapemeniyê de rexne bikin, bila ez vê yekê hine îzah bikim, eger rojnameyek peyvendî bi dezgehên ewlekarî re danê vê jê re dibijên ya desthilatêye û ti qimeteke xwe tuneye, ez nikarim li ser tiştekî ku, rastiya xwe nebe bixavim, li her derê ku, binpêkirinek hatibe kirin me lêkolîn kiriye, gelek caran dibijên ku, dezgehên ewlekarî naxwazin peyvendiyên xwe bi çapemeniyê re baş bin, ev şaşe, em dixwazin ku, peyvendiyên baş û saxlem di navbera wan dezgehan de hebin, hevdem gelek tişt heye ku, nabe di rojnameyan de werê belavkirin, xedireke mezin li dezgehên ewlekarî tê kirin, li kûderê hevkarî hatibe xwestin dezgehên ewlekarî hevkariya hevce pêşkêş kirine, piraniya wan raporan ku, hun behsa wan dikin bi awayekî zanistî û bêalî nehatine belavkirin, piraniya caran jî axavtinên opozisyonê kirina esasa raporên xwe. Em kêfxweş dibin ku, ji  bo destnîşankirina şaştiyan hevkariya me bikin, jiber armanca me xizmetkirineke baş ji xelk û rojnamewanan re ye. Ev rewşa ku, niha li Kurdistanê de heye û tevahiya aliyan jî jê fêde digirin, her ev rewşa başe ku, di bin siya vê de opozisyon û hinek ji rojnamewanan jî rexneyên tund li desthilatê digirin.  

 

KTV/Rojevakurd

Back to top button