Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Sloveniyayê kir

Duhî pêncşemiyê li havîngeha Selahedînê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê pêşwaziya Samuel Zobgar wezîrê derve yê Sloveniyayê kir.

Di hevdîtineke de wezîrê derve yê Sloveniyayê kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir, rewşa emnî û prosesa avadankirinê bilind nirxand  û got ku welatê dixaze, bi rêya şandina şirket û kompaniyan, beşdaryê di prosesa vadankirina herêma kurdistanê de bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Kurdistanê  got ku hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye pêşwaziyê li şirket û kompaniyên berhemanînê yên Sloveniyayê bike û ” kompaniyên slovenyayî dikarin di gelek waran de, bi taybet di warê zîraet, neft û gazê de, alîkariya herêma kurdistanê bikin û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê hemû hevkarî û hêsankariyan jê re pêşkeş bike.”

Back to top button