Cîhan

Hemu cureyên çalakiyan li Cadeya îstiklalê hatin qedexekirin

Parêzgerê Stenbulê Alî Yerlîkaya ragihand ku piştî êrîşa bombeyî ya li ser Cadeya Îstîklalê, ji bo sedema ewlehiyê destûr nayê dayîn ku li kolanan standan bên vekirin, pêşengeh, firotina mobîl, çalakî, muzîkjenên kolanan ên kolektîf an jî kesî bêne kirin. Hemu cureyên çalakiyan li Cadeya Îstiklal a Stanbulê hatine qedexekirin.

Daxûyaniya parêzgeria Stanbulê wihaye:

Taxa Beyogluyê çalakiyên dîrokî,aborî, civakê, çandî geştiyarî herî zêde têne kirin. Mixabin 13ê Mijdarê di encama êrîşa bombeyî ya li ser Kolana Îstîklalê de 81 kes birîndar bûn û 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Cadeya Îstiklalê kasî kasî 1400 metre dirêje, li welatêma hatunçuyina peyayan herî zêde li vê derê ye. Tramvay sefera li heman kolanê dike. Li ser daxwaza hevpar a hemû şêwirdariyên bi operatorên dikanan, esnaf, rêxistinên pîşeyî, rêveberiyên herêmî û yekîneyên ewlehiyê yên ku li Îstiklalê dixebitin dîtinek hevbeş di derbarê ewlehiya vê kolanê dane diyarkirin.

Ji aliyekî din ve, tê dîtin ku heman mijar ji bo dabînkirina nîzam û aramî û asayîşa giştî ji bo vê kolanê hinek biryar hatine girtin.

Dê di çerçova van biryare de rewş bi vî awayîbe:

– Mase, kursî, tablo, tabelayên mobîl û hwd., ji aliyê esnafên li kolanê ve ji bo her armancê li ser kolanê têne danîn.

– Avakirina standê,

– Vekirina pêşangehê,

– Çêkirina firotana tiştên seyar û danîna jimareyek cihên firotina tiştan,

– Organîzekirina bûyerên civakî, çandî an bazirganî,

– Muzîkjenên kolanan ên kolektîf an kesane û ûêşandan,

– Hemû cureyên çalakiyan,

Hatine qedexekirin û bi tevahî destûr nayê dayîn.

Back to top button