
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di derbarê rewşa Îranê de daxûyaniyek da û dibêje: Hikûmeta Îranê bi zordariyêkî bi tund bersivê dide xwepêşanderan û cezaya darvekirinê dide xwepêşanderên aştiyane.
Meclisa Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR li Cenevê civiya û di civînê de behsa “tekçûna mafên mirovan li Îranê” bal kişand ser tund û tujiya berpirsên Îranî ku li keç û jinan dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî dibêje, Îran cezaya bidarvekirinê dide xwepêşanderên aştiyane û bang li Îranê jî dike ku dawiyekî vê “tepisandinê bîne û tundiya li ser keç û jinan rawestîne.”
Blinken diyar kir ku UNHCR, dê bala civaka navneteweyî bikşîne ser krîza mafên mirovan li Îranê, lêkolînê li ser wê bike û mekanîzmayeke berpirsiyariyê ji bo destnîşankirin û belgekirina kesên ku di tepeserkirina xwepêşanderan de cih digirin, saz bike.
Blinken got: “Girîng e civaka navneteweyî bi hev re bixebite da ku piştrast bike rola Îranê di Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî yên din ên ku di parastina mafên mirovan bi taybetî jinan de cih digirin, tunebe.”