Dewleta Kurdistanê ne dewleta kurdî

Hêmin Hewramî berpirsê karûbarên siyasî û têkeliyên giştî li seroaktiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de dibêje ku, referndûm pirseke neteweyî ye û têkeliî bi hemû pêkhateyên Kurdistanê ve heye û milkê tu partî û aliyên siyasî nîne.Hewramî ji kanala TRT beşa kurdî re dibêje: Referndum mekanîzmeke demokrasî ye û wergirtina raya miletî ye, milet jî balatirîn çavkaniya desthiltan û şerîyetê ye. Bi rêya referndûmê daxwaz ji xelkî tê kirin ka çi çarenivîs ji xwe re hilbijêrin.Li gor Hewramî, roja 25.09.2017ê dê referndûm tê kirin, lê ev wê manaya nade ku, roja piştî wê dê serxwebûna Kurdistanê bê îlan kirin, pirosesa danûstaninan ji bo bicîkirina biryara gelê Kurdistanê ya serxwebûnê dest pê dike: Ew dewleta tê îlan kirin dewleta ne dewleta kurdî ye, lê dewleta Kurdistanê ye. Li Kurdistanê neteweyên cuda dijîn û hemû ew neteweyên li Kurdistanê dijîm hevwelatiyên Kurdistanê ne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: