Hem zordar û hem sûcdar
PKK di her halûkar û kiryarê de PDK û Barzanîyan sûcdar dike. Gurek li çolê bimre dixe stuyê PDK û Barzanîyan. Endamekî wan li Afrîkayê bê girtin, îxbarîya endamekî wan li Japonyayê bê kirin, dixin stuyê PDK û Barzanîyan. Zikê wan bi şorba nîskê binepixe, dîsa dixin stuyê Barzanîyan.
Cemîl Cewher
Kê nifir li PDK û Barzanîyan kiriye em nizanin. Kê nivişta reş ji wan re çêkiriye dîsa em nizanin. Lê em tiştekî zanin ku ew jî ev e; herkes dijminê PDK û Barzanîyan e û sedema wê jî serxwebûnxwazî û dewletxwazîya wan e. Dewletxwazî wek toqa naletê ketiye stuyê wan û herkes bi vê hincetê êrîş û dijminatîya wan dike. Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrî, PKK, Çepên Tirk û hema kî li dijî dewletbûna Kurdistanê be bûye neyarê Barzanîyan. Çar alîyên wê neyar in. Xêrnexwazên nava YNK, Goran û ewên din jî ji xwe zêdebûna ser kezebê ne.
PDK û Barzanî bûne wek golikên beş û spîya wan beloq e. Hema çi dibe, çi kiryarek xirab tê kirin dikeve stuyê wan, dixin stuyê wan û wan dixin bin zixt û tohmetên giran. Yek ji wan tohmet û derewan jî îxbarî û radestkirina endam û rêvebirên PKK ye.
PKK di her halûkar û kiryarê de PDK û Barzanîyan sûcdar dike. Gurek li çolê bimre dixe stuyê PDK û Barzanîyan. Endamekî wan li Afrîkayê bê girtin, îxbarîya endamekî wan li Japonyayê bê kirin, dixin stuyê PDK û Barzanîyan. Zikê wan bi şorba nîskê binepixe, dîsa dixin stuyê Barzanîyan. Yanî, ji bo PKK sûc û gunehên xwe, neyartî û kiryarên ku li dijî Kurdan kiriye veşêre, Barzanîyan ji xwe re dike qûç û armanc û bi şev û roj êrîşî wan dike.
Ev demek e endam û rêvebirên PKK li herêma Silêmanîyê dibin armanca êrîşên balafirên Tirk û tên kujtin. Hindek ji wan jî radestî Tirkîyê tên kirin. Wek me li jor jî anî zimên, rêvebirên PKK radestkirin û kujtina endamên xwe jî dixist stuyê PDK. Îxbarkirina wan jî dixist stuyê PDK. Silêmanî herêma YNK û di bin desthilatdarîya wê û asayîşa wê de ye, PDK çawa kare endamên PKK li wir îxbar û radest bike dûrî aqila ye, nakeve serê kesî. Lê rastî zêde nehat veşartin û derket holê. Eşkere bû ku sîxurên nava asayîşa YNK îxbarîya endamên PKK kiriye û hinek ji wan jî radestî Tirkan kirine. Ev yek di nav asayîşa YNK de bûye sedema pevçûn û şerekî giran, alîgirên PKK û dijberên PKK rabûne hev û li hev teqandine. Di vê derbarê de serokê berê yê Partîya Çareserîya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Fayiq Gulpê jî destnîşan dike ku yê îxbarîya endamên PKK dike YNK ye û ne PDK ye. Fayiq Gulpê herweha pirsek balkêş ji PKK dike û dibêje: „PKK divê ji YNKê bipirse û bêje; xêr e, çima hemû rêvebirên me li Silêmanîyê dibin armanca êrîşê? Çima PKK ji YNK napirse û naxive?“
Birastî çima PKK rastîyê nabîne û ji şirîkê xwe YNK hesab napirse? Esasen rastîyê zane û dibîne, lê li hesabê wê nayê. Heger ji YNK hesab bipirse wê nikaribe PDK tohmerbar bike û êrîşî wê bike. Ev jî ne li hesabê PKK û YNK tê, ne jî li hesabê Tirkîyê tê.
Gotinek heye dibêjin „ Hem zordar û hem sûcdar “ e.
PKK bi êrîş û dijminatîya PDK hem zordarîyê dike, hem sûcdarîyê. Kujtina pêşmergeyan zordarî û derew û tohmet jî sûcdarî ye. Lê bela kes xeman nexwe û mitalan neke. Qenc di qencîya xwe re, xirab jî di xirabîya xwe re derdikevin.