Nivîsar

Helwesta Qendil li dijê Demirtaş û HDP

Di hevpeyvînekî de, ji seroka gruba HDPê di parlementoya Tirkiye de, Meral Beştaş pirsek hate kirin:

Tê gotin ku di navbera Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê de nakokî hene, Rastiya vê çiye? Hûn bangên Demirtaş yên ji bo danîna çekan çawa dinirxînin?

Di bersiva Xwe de Beştaş dibêje: 

Em van dixwînin. Di navbera me de alozî tune. Du hefte berê cîgirê serokê guruba  me û cîgirê serokê partiyê serdana Demirtaş kirin.  Ji berî niha jî hevserokê me, ew ziyaret kiribû. Parêzer her roj diçin. Têkiliyeke me ya berdewam heye. Birêz Selahattîn hevserokê me yê berê ye, ez pênc şeş sala li gel wî xebitîme. Di vî warî de pirsgirêkek taybet heye, tabloyek ku tê xwestin wekî ku nakokî heye tê diyarkirin. Haya me ji vê heye. Em vê jî dibînin. Dibe ku awayê axaftina me cuda be, peyvên ku em bi kar tînin cuda bin, rêbaza me cuda be, lê ez ji we re bibêjim ku hemû nirxandinên didin xûyakirin ku ,di navbera HDP û Selahattin beg de cudabûn, nakokî û nerehetî heye, vala ne.

Eşkere dixweyê ku Beştaş nekariye bi awayek zelal bersiva pirsa jê hatî kirin bide. Pirs jî gelek bi hustayî hatiye kirin. Kesekî behsa nakokiya Demirtaş û HDPê nekiriye. Nakokî di navbera Demirtaş û Qendil de heye. Daxûyaniyên Demirtaş di derbarê bûyera Mersînê de kirî gelek vekiriye û Qendil û KCKê gelek bi tundî bersiva Demirtaş dan. Qendil da xûyakirin ku, Demirtaş ne şoreşgere û tu cara jî nebûyeş oreşgerve. Bila hedê xwe bizanibe û li dijê çalkiyên gerilla dernekeve.

Herweha Qendîl heman tişt ji bo HDPê jî gotin. Demirtaş piştî daxûyaniye yekem a YPGê bersivek da û got tu hêz nikare me ji dîtina me vegerîn . Taybetî medya nêzikî CHPê û beşek çepên Tirk bi germî piştevaniya daxûyaniyên Demirtaş kirin.Lê HDP bê Deng ma nekarî bersiva Qendil bide û piştevaniya Demirtaş jî nekir. Ev ne cara yekem e Qendil heqareta li HDP û daxûyaniyên didie kiriye. Lê ne hedê HDPê ye bersiva Qendil bide .Ji ber ku ne xwediyê wê serxwebûna siyasiye.

Niha Beştaş bê berpirsiyarî bersiva pirsa jê hatî kirin dide. Nakokiya di navbera Demirtaş û Qendilde hêdî nayê veşartin,yan dê Demirtaş jî weke HDPê serê xwe bitewîne û li himber daxûyaniyên Qendil bê deng bimîne,yan jî dê li daxûyaniyên xwe xwedî derkeve û helwestekî deynê.

Eger hindek îrada berpirsên HDPê hebe bila bersiva heqareta Qendil li wan Kirî bide….

Ji aliyek din ve Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sirri Sureya Onder daxwaz kirine ku herin Edirne Selahattin Demirtaş bibînin. Pîştî ev daxwaziya wan eşkere bû û di medyayê de hate belavkirin, rojenemevana sedema daxwaziya wan ya serdana Demirtaş pirs kirin.

Ahmet Turk ji vê pirsê gelekî xwe aciz kir û bersiva xwe de got: Em ji bo pirsgirêkê naçin. Em ê tenê biçin serdana hevalên wwe yên kevnar, Selahattin Beg û Selçuk Beg bikin. Li wir pirsgirêk tune. Lê çapemenî û hinek hewl didin ku vê yekê mezin bikin.

Piştî daxûyaniya HDP,ev hersê kesayetên di nava HDPê de girîng têne zanin li gora fermanekî tevdigerin û dixwazin bi navê Qendil bala Demirtaş bikşînin. Ya eger ne welê bûya gerek ewilê helwesta xwe li himber heqareta Qendil li Demirtaş kirî bibûna xwedî helwest ji nû ve biçûna serdana Demirtaş. Ev hersê xweşmêr(!) Mixabin ne xwediyê îradeyekîne ku bikaribin bibin xwedî helwest. Lê pirsgirêk di nava destê wan de ruhn bûye,dilop dibarin..

Gelo ev hersê xweşmêr dikarin nirxandinekî ser helwesta Qendil a li dijê Demirtaş bikin û dîtina xwe vekirî bêjin? Nexêr ne heddê wan e…

14.10.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button