Helwesta partiyên kurd di referandumê de
Pakêta guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyê li meclîsê hat pejirandin û pêşkêşî Serkomar Abdullah Gul kirin. Gul pakêt pesend kir û li ser biryara Saziya Bilind a Hilbijartinan referandûm di 12’ê Îlonê de tê kirin. Berî pakêt bikeve referandûmê partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê BDP, HAK-PAR û KADEP jî ketin tevgerê: BDP dibêje ku ew deng nadin pakêta guhertinê, lê herdu partiyên din ên Kurdî dibêjin ger bi giştî ne bi dilê wan jî be, lê dîsa wê deng bidin pakêtê.
‘Em nikarin ji her tiştê AKP re bêjin belê’
Di derbarê pêvajoya referandûmê de Cîgirê Serokê Koma BDPê Bengî Yildiz ji bo Rûdawê axivî û da xuyakirin ku di dema nîqaşên pakêta guhertina Destûra Bingehîn de xwestine bibin hevkar, lê AKPê hîç daxwaz û pêşniyarek wan li ber çavan negirtiye lewra ew nikarin bi vî awayî piştgiriyê bidin AKPê û ew çi bibêjin bi peyde herin, bêyî ku helwêstek wan hebe. Yildiz ragehand ku berî her kesî ew dixwazin destûrek nû bê amadekirin û got: “Em dixwazin destûrek bê amadekirin ku daxwazên Kurdan tê de cîh bigrin. Mafên Kurdan bên parastin. Ji zimanê dayikê bigre heta perwerdeya Kurdî. Herwiha rakirina bendava ji sedî 10 jî. Lê mixabin AKP qet xwe nêzîkî daxwazên me nake, loma em jî di referandûmê de deng nadinê.”
‘Em ê di referandûmê de bêjin erê’
Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) Yuksel Avşar jî ji Rûdawê re ragehand ku ew dixwazin ji destûra 12’ê Îlonê rizgar bibin, lewra ew ê di referandûmê de deng bidin pakêta guhertinê: “Guhertin kêm in û pirsa Kurd jî çareser nake. Lê rê xweş dike û ji bo demokratîkbûnê jî pêngavek ber bi pêş e. Bi milyonan kes bûn qurbanê vê destûra niha ku bermaya darbeya 12’ê Îlonê ye. Çi guhertin û sererastikirin tê de bên kirin di berjewendiya gel de ye. Ji ber ku em van guhertinan girîng dibînin, em ê di referandûmê de dengê ‘erê’ bidin.’’
Li ser wêya ku BDP dibêje ‘ew deng nadin guhertina destûrê’ jî Avşar nerînên xwe wiha anîn ziman: “Ez fam nakim çima BDP wiha dike. Tu dibê qey xwe dixe qalibê CHP û MHP’ê. Bi rastî ez van daxuyaniyên wan wek bextreşiyekê dibînim. Bingehê wan ne wek wan difikire. Bi gelek kesên wan re axivî me, ne wek wan difikirin. Mesele çi ye gelo ku naxwaze guhertin çêbibin? Ew jî mijarek din e.’’
‘AKP dixwaze hinek guhertinan bike.
Bi daxuyaniyekê ji bo Rûdawê, Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel jî dibêje her çiqas ev pakêta han bi giştî ne bi dîlê wan e jî, lê dîsan wê di referandûmê de deng bidinê: “Wek HAK-PAR’ê daxwaza me destûrek nû ye li ser bingeha qebûlkirina nasnama Kurd û saziyek wekhev ji bo gelê Kurd û Tirk. Lê dema mirov berê xwe dide tabloya meclîsa Tirkiyê, tiştekî wiha niha ne mimkun e.”
Bozyel wiha axivî: “Wek dixwiye, partiya rêzdar Erdogan AKP di çarçoveya guhertinên Yekîtiya Ewrûpa de dixwaze hinek guhertinan bike, wek daxistina partiyan û mijarên darazê. Bê guman ev guhertin pirsa Kurd çareser nake, lê ji bo çareseriyê zemînê xurt dike, astê demokrasiyê bilind dike û di heman demê de ji bo pêvajoya çareseriyê atmosferek erênî çêdike. Lewra herçiqas ne bi dilê me jî be em van pêngavan erênî dibînin, rê divekin û em ê di referandûmê de deng bidin guhertina destûrê.”
Derbarê daxuyaniyên KADEP û HAK-PAR’ê de ku dibêjin pakêta AKP’ê pirsa Kurd çareser nake, lê ji ber rê vedike wê di referandûmê de piştgiriyê bidinê, Yidiz bi pirsa “Madem hûn dizanin pirsa Kurd çareser nake çima didin pey?” bersiva wan dide û didomîne: “AKP Kurdan wek muxatab nabîne, heta em bidin pey. Ne tenê Kurdan, kesî muxatap nabîne. Rê li ber demokrasiyê vedike, guhertinan dike. Kîjan demokrasî? Girtina zarokan, yan darizandina nûnerên Kurd di zîndanan de? Bila êdî em xwe nexapînin. Di pakêta AKP’ê de tiştek ji bo Kurdan tune, lewra em dengê ‘erê’ nadinê.”
(Rudaw)