Çepên Netewî di rêberiya CHP-ê de cih girtin
Kongreya CHP-ê hejî gelek awayî tê gengeşekirin.Baweriyek heye ku, ew operasyona li dijê Baykal hatî kirin ji teref Ergenekonê ve û piştgirên van di nav CHP-ê de hatiye kirin. Gelek kesayetên nû di îdara CHP-ê ya nû de cih girtine. Piraniya wan bi dîtinên xwe yên neteweperest têne naskirin. Herweha hinek jî zarokên yan jî mirovên nêzik yên berpirsên CHP-ê yên kevnin.
Rojnemevan Nuran Yıldız yek ji wane û ew kesayeteke ku gelek nêzikî hêzên çekdare û taybetî nêzikî serfermandarê hêzên çekdar Ilker Başbûg bi xwe ye. Herweha kesayetên wek Süheyl Batum, Mehmet Faraç, Enver Aysever jî di nav rêberiya partiyê ya nû de cih girtine û ew bi fikrên xwe yên neteweperst têne naskirin.
Dema qonaxa ku kongre hatî kirin û taybetî kesayetên di rêberiya partiyê de cih girtên baş bête nirxandin, ji bo pêşerojê tu heviyek ku ew bikaribin wek partiyek sosyal demokrat kar bikin tuneye. Gelek kesên li Tirkiye yên wek çepên netewî xwe didin naskirin Meclisa Partiyê de cih girtine û ev yek rewşa vê partiyê û siyaseta wan ya pûşerojê jî dide diyarkirin.