Civak

Helwesta hukumeta Kurdistanê

Berdevkê  hikûmeta  Kurdistanê Sefîn Dizeyî helwêsta hikûmetê derbarê xwepêşandanên Iraqê û ragirtin û sînordar kirina torên civakî de eşkera kir.Piştî ku hikûmeta Iraqê di çarçoveya tekoşîna li gel xwepêşandanan de biryara ragirtina xetên înternetê û piştre jî sînordar kirina bikaranîna torên civakî da. Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand: ‘’Hikûmeta herêma Kurdistanê bê guman alîgirê rawestandin û sînordar kirina înternetê nîn, lê diyare rewşa wan navçeya wisa dixwaze. Hêvîdarim pirsgirêk zû çareser bibin û êdî pêwîstî bi pêngavên wisa neke.’’Dizeyî ji BasNewsê re ragehand, hêvîdarim ji aliyekê ve hikûmeta Iraqê daxwazên rewa bicîh bîne û ji aliyê din ve jî xwepêşander bi awayek dûr li tundiyê daxwazên xwe pêşkeş bikin û ziyanê nedin milkên giştî.Sefîn Dizeyî daxwaz ji hêzên ewlehiya Iraqê kir, rêz li xwepêşanderan bigrin û tundiyê bikar neynin.Di xwepêşandanên du heftiyên borî yên li Iraqê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes jî ji hêzên ewlehiyê û ji xwepêşanderan birîndar bûn.

Back to top button