Cîhan

Çi behsa Ewropa kirin

Heftiya burî serokê Amerika Trump û serokê Rusya Putin li paytextê Finlandiya  Helsinkî hevdîtinek pêkanin. Çavê cîhanî li vê hevdîtinê bû. Gelek hate gotubêj kirin. Tiştên di medyayê de hatîn ragihandin hate zanin.Rojnama New York Times  xwe gihand axavtinên civînê û protkola civînê destxist. Rojnameyê beşek ya protokolê weşand.Axavtina di navbera herdu seroka de di derbarê Ewropa de derbas bûyî:Trump: Ewropî yên herî xirabin her demî hewavene û li jor  xelkê dinêrin. Yê her demî pera ji wanre rêdikin jî emin. Wek  ku  Zsa Zsa Gabor re zewicîbin.  Tu pereyê her tiştekî didî û pişre ji dev te berdidin. Serde xanî jî ji te distînin. Na ev ne li gora mine.Putin: Teşbihîk gelek akilaneye. Hilê li we û hemû kesên li Amerika derîbê didin tê kirin. Ez dikarim pirsekî bikim? Hun ji bo çi halê dikin?  Ewkas koçberî heye ku hêdî Ewropî jî ne mane wek Ewropiya.  Hun dizanin ku Montenagro ji bilî Tirkiye dewleta herî misilmane di nava NATO yê de?Trump: Min ev nizaniya.Putin:  Obama ew vexwandibûn nav NATO yê.Bifikirê şerek cîhanî yê sêyem de dê leşkerên we dê van welatan biparêzin.Trump: Dê di dema minde tiştek bi vî awayî çênebe. 

Back to top button