Li navçeya Sîdekan ya bi ser Soran ve, helîkoptereke Tirkiyê otombîleke sivîlan bombebaran kir û di encamê de 2 kesên tê de birîndar bûn.

Birêvebirê bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdaw re ragihand, ku otombêleke sivîlan li gundê Sinînî, rastî êrîşa helîkoptereke Tirkiyê hatiye û di encamê de 2 kesên sivîl tê de birîndar bûne.

Îhsan Çelebî got jî, ku ew herdû kes, dixwastin ajelan ji sînorê Rojhelatê Kurdistanê bînin û rastî êrîşa helîkoptera Tirkiyê hatine.

Alîkarê lîwaya pasevanê sînorê Iraqê Kamran Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku du kes ji bo ku bi otomobîla xwe ji gundê Sinîniyê mêşinan bînin, bi rê de ji bo ku germ bibin agir kirine û helîkoptereke Tirkiyê jî êrişek pêk aniyê di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: