Polîtîk

Helebça Şehîd

                               

Ma gelo di roja îrode ko dinya him ji alî teknolojîk  ve ,him di alî civakî de û him jî ji elî eborî de, di asta herî bilind deye xelk û neteweyê devre yî Kurda çi dikin? çawa jiyana xwe, rewş û helwestên xwe bi rêk û pêk dikin? Heryek ji wan dewletên biyaniyan xwe ava dikin saziyên xwe ava dikin heryekî ji wa xwe bi xwe derdikevine ser rêya stêrikan .

Em netewe Kurd hêj bi şermezar kirin û protestoyên li ser kujerên xwe nivîsan lê dikin em kom kujiya Halepça şermezar dikin rasta û gelekî  jî pêdiviya me bi şermezar kirina dijminê fahş, cahş ,xenzîr…heye .

Bavo bes bi van hawa tenêjî  miradê me bi cî naye. Em dê hersal komkujî û kîmyasal avêtina ser Halepça şêhîd şermezar û protesto bikin. Ma  xwene te di go qay  li halepça şêhîd bitenê komkuji hatî kirin. Ka liqoçgrî  Çi çêbûbû, ka li geliyê zîla çi qawimî bû?

 Ka li ciyayê Agirî rewş çawa bi dawî bû?, Ka li dersimê çi ciriya?, Ka Bizava kalê palo(serhildana şêx saîd) ma jibîr bû? Ka enfala Barzaniya komkujiya li ser kurdên feyli? Ka enfala germiyan ev hemî jî komkujî  yê ü qatliamê wêdatir büyarên ko nav lê neyê kırınê nedi van liberxwedanan de her yek ji wa bi deh hazaran Kurd hatin kuştin.

Gelî dost, bira, konavanên Kurd û hemî ronekbîr û hûnermendên  Netewe Kurd Ji vî qasî ez dibêj im mafê me yê şermezar kirinê bi hazar hazar car heye ko em bibêjin bimirê dijminê Netewa Kurd ev bûyar û serhildanên ko min bahsa wan kiriya hemû xwedî mafê meye ko; dijmin bête nicis kirin û protesto kirin.

Lê bi vî rengî,nabê divê ko îro divê dinya nûde pêdivî pêvîstî bi xebatên nû heye ew jî bi min rêxistina  û dîsa rêxitina ciwanan, bi gelê kurd dê pêk were. gereke tola sed salî bête sitandin her tol jî ne bi çek tanê ye bi konavanî, bi fikr û ramanên neteweyî yû navneteweyî. Çek li netewe Kurd heram bûyiye lewre ew çalakî karte xwe a kredîya çekdarî  qadandiye birastî  jî dana qadandin û terorîze kirin.hindik maye ko kertê konavanî jî bidin qadandin.

Mele Mistefe yê mezin û nemir bi salan, carinan bi hazaran leşkerên bahasê di cepheyên şerî de îmha dikir lê kesî ew bi terorîzmê tawanbar nekir  ji bona ko wî rê ne dişêlandin, di malan de bimba nedi de teqandin kesên sifil ne dikuşt in û ne dida revandin lew ew bi teroîzmê nehata tawanbar kirin   xwedî lê derktina Kurda li mafê xwe tiştekî rawa ye him xûzayî , him xûda yî û him jî mafekî navnetewayî ye em dê xak û giyanê kesî xasp nekin. Bes em mafê xwe ê xwezayî doz dikin ji wilo jî em ser bilind û bi rûmetin. Pêvîste kûrd haw bêtin xapandin careke din.

Em bes dê karên xweyî netewî bikin, li xwe bigirîn û her bila bimirê komkujiya liser hemîkes û derên kurdistanê

 Xezep li kesên komkûji ya 16’ê Adarê li Halaçe çêkir!     Ciyê şêhîdê Kurdistanê bih

15. 03.2013  

Bizava Partiya Kurdistanê                                   

( bîzavapatîyakurdîstan@gmaîl.com)

 

Back to top button