CîhanRojev

Helbusî daxwaza rêzgirtinê li serweriya Iraqê kir

Serokê Parlamentoya Iraqê piştî daxuyaniyên balyozên Îran û Tirkiyê yên dijî hev, daxwaza rêzgirtina serweriya welatê xwe kir.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragehandibû welatê wan hebûna hêzên biyanî û destwerdanên li karûbarên navxwe yên Iraqê red dike û daxwaz li Tirkiyê kiribû hêzên xwe li Iraqê vekêşe û metirsiyê li ser vî welatî ava neke.

Li hember wê daxuyaniyê balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz jî ragehand, Îrec Mescîdî kesê herî dawiyê ye behsa serweriya Iraqê bike û waneya rêzgirtinê li sînorên Iraqê bide.

Piştî wan daxuyaniyên herdu balyozên Îran û Tirkiyê yên dijî hev, serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî jî bi beyanameyekî ragehand ku erkê balyozên welatan li Iraqê nûnertiya welatê xwe ye û bihêz kirina peyvendiyên welatên xwe yên li gel Bexdayê ye.

Helbusî bê ku navê Mescîdî û Yildiz bîne, daxwaz li hin balyozan kir erkên xwe têbigehin û dest ji karûbarekî vernedin ku ne karê wan be û rêz li serweriya Iraqê bigrin.

Back to top button