Bedil tenê siyaseta Netewî Kurdistanî ye

Rojeva siyasî ya Tirkiye de, rewşa HDPê berfirehî tê gotubêj kirin. Tê zanîn ku, şîrêkê Tifaqa Cumhur MHP dixwaze HDP bê girtin û parlementerên HDPê jî, ji siyasetê bêne dûrxistin. Di nava AKPê de jî piranî bi germî pêşwaziya vê dîtina MHPê dikin.

Ji aliyek din ve jî babetek tê gotubûj kirin ku, naveroka wê jî ewe ku, li bakurê Kurdistanê partiyek nû bê damezirandin, dengê Kurda werbigire û  mesafeyek di navbera wan û terorê de hebe. Yanî partiyek bedilê HDPê û ji PKKê dûr bê avakirin. Hingê ev partî dikare nêzikî Tifaqa Cumhur yan jî Muxalefeta heyî bibe.

Taybetî tê gotin ku, partiyek nû  eger vekirî li dijê terorê bisekine , dê ji bo siyaseta Tirkiye bibe destkeftiyek. Ji bo vê yekê jî divê bi zelalî bi xelkê têbigihînin ku, HDP ne tiştek mecburiye û bedilên din jî hene û dikarin derkevin holê. Li gora siyasetmedarên Tirk, ji bo damezirandina partiyek ku bibe bedilî HDPê du nav derdikevin pêş. Yek ji wan serokê şeredariya Qersê û parlementerê berê yê HDPê Ayhan Bilgen yê din jî parlementerê berê yê HDPê Altan Tan e. Îro derdora siyasî van herdu navan gotubêj dikin.

Tê gotin ku di nava HDPê de aliyê çep û sekuler dikarin li ba Ayhan Bilgin cih bigrin. Ji aliyek din ve tê gotin ku li herêmê hewldana damezirandina partiyek kurdên qewmi û mihafazakar jî di rojevê de ye.Herweha li gora wê jî dibêjin ku dê Altan Tan serkêşiya wan bike.

Ji aliyek din metirsiyeka AKPê jî ewe ku li bakur dê Partiya Pêşerojê û DEVA dengên AKPê kêm bike û ji bo vê jî AKP dixwaze partiyek a Kurdên oldar û muhafazakar bê damezirandin .

Di vê derbarê de Altan Tan dibêje ku, niha tu hewldaneka min a damezirandina partiyek nû tüneye. Lê pêşerojê de rewş bê guhertin  mirov dikare li ser vê yeke bisekine. Lê îro ava ku ez aşekî li ber bigerînim tuneye, di sibehî çewebe nizanim. Herweha Tan dibêje ku, divê partiyek a kurdên liberal û demokrat bê damezirandin, lê divê hîlê di vê derbarê de tunebin. Bê guman ev gotinên parlementerê bere yê HDPê gelek alan ve diçe. Dixweyê Tan ji niha ve doza serkaniyek maddî dike. Ji kî dike jî gerek bê zanîn.

Ev tiştên li jor hatin nivîsandin hemû di rojeva siyasî de tê gotubêj kirin û gelek ji wan jî îdiane. Lê rastiyek heye ku li bakurê Kurdistanê bedilek ji bo HDPê wek pêwistiyekî tê dîtin.  Desthilat û muxalefet jî bedila HDPê di nava HDPê de dibinin. Yan jî siyasetmedarên di nava HDPê de siyaset kirîn û îro ji derveyê HDPê mane wek bedilekî tê nirxandin.

Lê ya balkêş ewe ku kesek behsa partiyên kurd yên heyî nake. Tê zanin ku hinek partiyên kurd ku xwe spartin HDPê û niha di bin sêwana HDPê de siyasete dikin , demekî xwe nêzikî desthilatê jî kirîbûn, lê dîtin ku nan ji desthilatê dernakeve bere xwe dan HDPê. Ji xwe niha heyin û tunebûna wan jî nayê minaqeşekirin , ji ber ku rastî hem siyasî hem jî ehlaqî îflas kirine.

Ji aliyek din partî ûrêxistinên din yên kurd hene ku di qada siyasî de neketine di bin sêwana HDPê de û li gora bernameya xwe ya siyasî li nirxên netewî xwedî derdikevin û siyasete dikin. Lê dema Tirkiye rojeva siyasî û denge kurdan tene gotubûj kirin û hesabên desthilatê li ser denge Kurda tê kirin navê van partiyan derbas nabe.

Mimkine demekî hinek ji van partiya ji bo bibin bedilê siyasta HDP hinek hewldan hatibin kirin. Lê îro di rojevê de behsa wan nayê kirin.

Sedema vê yeke ya bingehîn ewe ku li bakurê Kurdistanê ev partî ne xwediyê potansiyelek berbiçavin. Di hilbijartinên giştî de dengek bi dest bê girtin nastinin. Herweha di hilbijartinên şeredariyê de jî tu dengek ku mirov hesabe kî li ser bike wernegirtin.  Rastiyek heye ku,di rewşa siyasî de hêza partiyên legal li gora dengê ku werdigirin tê nirxandin. Ev rastiyek e.Di hilbijartinan de bazara pirbûn û kêmbûna denga tê kirin, kesek gelekî helwesta siyasî wek pîvan nabîne. Eger di hilbijartinek pêşwext de li bakurê Kurdistanê dengen ku HDP û AKP werdigire hindik bê jî bere xwe bide Partiyên ku nû hatin demezirandin, wek DEVA û Partiya Pêşerojê dê ev yek rewşa partiyên Kurd aloztir bike.

Ya rast û ji bo pêşerojê bikaribe kurda bi xwe bi siyaset û helwesta wan bike bedil ewe ku, kurd li ser çend presîbên siyasî li hev bikin û platformek netewî Kurdistanî pêkbînin. Ev platform divê berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekîre bigre û bi zelalî li himber PKKê û hemû partî û rêxistinên PKKê ve girêdayî helwesta xwe bi zelalî deynin holê û ji PKKê dûrbin û tehrîbatên PKKê dinava civata Kurd de çêkirîn vekirî bikaribin bînin rojevê û bi biryar PKKê û hemû siyaseta PKKê ve girêdayî teşhir bikin. Heta destek yê wan di nava PKK/HDPê de hebe û hêviya tiştna ji wan bikin nikarin wek partiyek Kurdistanî tevbigerin.

Kurd divê rastiya PKKê/HDPê û dezgehên wan ve girêdayî bibinin û li gora wê jî xwe rêxistin bikin. Heta vê nekin ne baweriya milet ne jî ya wan bi xwe jî li wan nayê. Eger platformek yan jî cureyeka hevkariyek Kurdistanî li ser van prensîba bê damezirandin, dê hemû kurdên niştimanperwer bere xwe bidin vê platformê. Ev palatforma netewî dê bikaribe pêşerojê de bibe  hêviya Kurda li bakurê Kurdistanê de.

Platformek, netewî, Kurdistanî xwedîyê helwestên zelal û pakij divê bê damezirandin û li biryar û îrada xwe xwedî derkeve, neye leyiztikên HDPê yên bi navê demokratikbûnek sexte.

Li bakurê Kurdistanê ev yek nebê tu cara valahiya siyasî nayê tejî kirin. Lê herdemî hêviyek ji bo siberojê heye, dê ev valehî bi awayekî îro nebê jî sibehî bê dagirtin.

28.2.2021

Nûçe/Analîz

N.Firat

Nerîna min :