CîhanRojev

Biden roja duşemê li ser Rîyadê biryareke nû radigihîne

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ewê roja Duşemê ser Erebistana Saudî daxuyanîyeke nû bidin.

Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî ya Amerîka di rapora ser rojnamevana Saudî Cemal Xaşiqcî de dîyar kiribû ku Prensê Cîgir Miheme Bîn Salman plana ser girtin yan kuştina wî rojnamevanî pejirandiye.

Rêvebirîya Amerîka piştî eşkerebûna raporê dijî Erebistana Saudî jimareke toleyan ragihandibûn û hin vîza jî qedexe kiribûn.

Tevî ku di raporê de tê gotin ku Mihemed Bîn Salman plan pejirandiye, ew neketiye lîsteya toleyan.

Washington Post û hin rojnameyên piştî ragihandina toleyan dabûn zanîn ku divê rêvebirîya Biden dijî Mihemed Bîn Salman helwesteke tundtir nîşan bide.

Serok Biden dema ji Qesira Sipî derdiket, li ser pirsa rojnamevanekî dîyar kir ku ewê roja Duşemê ser Erebistana Saudî daxuyanîyeke nû bidin û zêdetir agahî neda.

Back to top button