CivakRojev

Vaksîna Koronayê digihe Kurdistanê

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, sibe karwana yekem a vaksînên Koronayê ji Çînê digihe Herêma Kurdistan û Iraqê.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, sibe yekem karwana vakîsînên Koronayê (Sinopharm) ji Çînê digihe Herêma Kurdistanê û Iraqê. Pişkê Herêma Kurdistanê ji wê karwanê, 5 hezar vaksîn e.

Dr. Saman Berzincî got: “Beşek ji wê vaksînê li ser daxwaza Konsolê Çînê, li welatiyên Çînê yên li Herêma Kurdistanê ne tê dabeşkirin. Nêzîkî 4 hezar dane jî li rêveberiyên tendirustiyê têne belav kirin.”

Diyar kir jî, tê pêşbînîkirin di destpêka meha bê de jî karwaneke din a vîksînan bigihe Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Derbarê tomarkirina haletên nû yên nifşê nû yê Koronayê de, Wezîrê Tendirustiyê got: “Piraniya haletên Koronayê yên niha tên tomarkirin, ji cureya nifşê nû yê Koronayê ye.”   

Back to top button