Helbestek: Zimanê nenas
ZIMANÊ NENAS !
Navê zimanê Kurdî kirine zimanê nenas
Ev derewa sedsalaye hey teres kurê teres
Kes bawer nake bi çîrok û derewên we
Ev zimanê kevnar çawa dibe zimanê nenas
Wek kera bizirin dadrês û dozger heta karin
Bi zirîna we, em dev ji zimanê pîroz bernadin
Hemî gelê cîhanê ji zimanê Kurdî re rêzdar in
Gelo çima Tirk, Ereb û Faris wuha kûçikbav in
Sermezinek dibê “Zimanê Kurdî ne yê şarezayîye”
Wey şarezarîya we serê we bixwe , lo
Wek zimanê we dagirkera ne yê hovîtîyê ye
Zimanê Kurdî zimanê mirovahîyê ye, zimanê camêrîyê ye.
Hûn li kû, şarezarî li kû ? mirovahî li kû ?
De herin lo ! Di nav gunehên xwe de bi fetisin
Bi zordarî zarokên Kurda asimile nekin
Kuştina zimanan jenosîde,hovîtîye; em destur nadin
Bes êdî destê xwe ji qirika zimanê me bikişînin
Ev zimanê Feqîyê Teyra , Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî û Melayê Batê ye
Nayê tunekirin heta yek ferdekî Kurd bimîne
Bes êdî bi peyvên nijadperestî me ne êşînin, hûn kujer in
Ku şarezarîya we qirkirina Kurda be
Kuştina 34 bazirganîyên ser sînoran be
Qedexe kirina zimanê zikmakî be
Em di qîrin û dibên “em ne şarezar in” bila li we bimbarek be!
19 Sibat 12
Tevger Çekdar