Nivîsar

Dewletbûn, mafê kurdan e; lê qedera Kerkukê dê çi bibe?

Dema li guhartinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê; bi taybetî jî rewşa Iraqa federal û pêwendiyên erebên sûnî û şîî; Herêma Federe ya Kurdistanê ji çav bê derbas kirin gelek bi hêsanî derdikeve holê ku li Başûrê Kurdistanê miletê kurd ji her demê zêdetir nêzikî dewletbûnê ye. Loma jî serokê Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere qala dewletbûna kurdan dike.

Tê zanîn ku nêrîna Mesud Barzanî ew e ku “miletê kurd jî wek her miletekî xwediyê maf e ku bibe dewlet. Lê, li vê merhelê şert dixwazin ku em bi miletê ereb re di nav sîstema federal de bi hev re bijîn.” 

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesud Barzanî, vê nêrina xwe di heman dem ji bona beşên din yên Kurdistanê jî tîne ser zimên.

Serok Barzanî, li Hewlêrê, di Konferansa Komara Kurdistanê ya Mehabadê de (19. 02. 2012)  careke din ji bona mafê çarenivisî û awayê têkoşîna miletê kurd bîrûreyên xwe anî ser zimên. Bi giştî diyar kir ku “êdî li dinyayê û li Rojhilata Navîn şert têgihîştine ku miletê kurd mafê nxwe qezenç bike. Miletê Kurd jî xwediyê mafê çarenivîsiyê ye. Ji mafê çarenivîsiya kurdan mabest ew e ku kurd jî wek her miletekî bibin dewlet. Lê di vê qonaxê de kurd dikarin bi miletên cîran re di çarçeweya sîstema federal de bijîn. Miletê kurd divê mafê xwe xwe bi rêyên aşitîxwaz, siyasî, demokratîk daxwaz bike. Her çiqas berê me li hemberî dewletan şerê çekdarî meşandibe jî, di vê merheleyê de dema şerê çekdarî derbasbûye û şerê çekdarî ne hewce ye.”

Berpirsiyarên BDPê jî beşdarî Konferansa Mehabadê bibûn. Di axevtina serok Barzanî de beşa duyem ji bona wan û helbet zêdetir jî, ji bona PKKê hatiye gotin. Mesud Barzanî bi wan gotinê xwe ji PKKê daxwaz dike, ku PKKê dev şerê çekdarı berde. Li hemberî Tirkiyeyê şer neke. Vê yekê ji bona konferansek hevbeş ya kurdistanî jî wek şertekê diyar dike. An jî dema ku konferansek kurdistanî pêk hat, dê mijar û xala yekemîn ew e ku divê ev pirsa ji aliyên kurdan û PKKê de çareser bibe.

Ew nêrîna serok Barzanî ji aliyê PKKê de realîst nîne. Lewra PKKê bi pêwendiya xwe ya Suriyeyê biryar daye ku şerê çekdarı bidomîne. Ji vê yekê girîngtir jî ew e ku PKKê bêşer nikare bijî û bêhêzên çekdar jî nikare hebûna xwe bidomîne.

                                                                                  ****

Gor baweriya min di axevtina Serok Barzanî de beşa yekemîn girîng e. Ew nêrînên wî derdixe holê ku Herêma Federe ya Kurdistanê nêzikî dewleta serbixwe ye.

Ez jî di wê baweriyê de me. Lewra nekokiya erebên sûnî û şîî kûr e. Ew kûrbûna bes ji şertên Iraqa federal naye, ji şertên Rojhilata Navîn tên. Li Rojhilata Navîn de du enî û cephe pêk hatine. Yek cepheyek, elîta Malîkî, Îran, Suriye, Hîzbullah, PKKê ye. Aliyê din jî hemû dewletên ereban, Filîstîn, Hamas, Tirkiye, Îsraîl e.

Di ev dubeşbûna Rojhilata Navîn de mezheba sunî û şîî pîvanek bingehî û heta car caran  pîvana yekem xuya dike. Di encamê de dema ku erebên sûnî û şîı nikaribin bi hev re bijîn û bibin du dewletên cihê, ji wan zêdetir miletê kurd xwediyê maf dibe ku wek miletekî ji ereban cûda bin û li Rojhilata Navîn, dewleta serbixwe ava bike.

Siyasetmedar û dîplomatên dinyayê yên bi navûdeng, siyaetnmedar û nivîsarên ereban. Kurd û tirkan jî vê nêrînê tînin ser zimên.

Ez jî di vê nêrînê de me.

Di van demê dawî de Serok Barzanî jî bi vê mabestê nêrınên xwe pêşkêş dike.

                                                                            *****

Di vê pirsê de helwesta Tirkiyeyê gelek girîng xuya dike. Dema ku piştî şerê duyemîn ya Korfezê şert pêk hatin ku Dewleta Federal ya Iraqê ava bibe, Tirkiyeyê bi tûndî li dij derket. Lê dema ku di sala 2005-an de encama referandûma makezagonê Derwleta Federal ya Iraqê hat pejirandin û Kurdistan jî bû herêmek federe, Tirkiyeyê ji derveyî gotinan nikarî tu dijminitî bike. Lê Tirkiyeyê di nav demê de konsepta federal ya li Iraqê pejirand.

Lê piştî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê ew car jî di pirsa Kerkukê de dijitiya xwe diyar kir. Lewra di makezagona Iraqa Federal de hatibû diyar kirin ku statuya Kerkukê bi referandumê diyar bibe. Di hilbijartina 2005-an de jî diyar bû ku Kerkukê dê bibe beşek Herêma Federeya Kurdistanê û dê bike bin desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê.
 
Wê demê Dewleta Tirk, pirsa Kerkukê ji bona xwe wek pirsa bekaayî û îstîkbalê diyar kir û gor wê bi Herêma Federe ya Kurediastanê re, ji serok û partiyên wan re pêwendiyên xwe hişk kir û dijminitî diyar kir.

Lê ev helwesta Dewleta Tirk ya hişk di dema desthilatdarî û Hikumeta AK Partiyê ya duyem de nerm bû. Pêwendiyên Herêma Federe ya Kurdistanê û Dewleta Tirk ber bi başiyê çûn. Di vê qonaxê de mirov dikare bibêje ku nermtir, xwazayîtir bûye. Di nav herdu terefan de hiqûqa cîrantî dimeşe. Ticaretek gelek xurt heye.

Her çiqas pirsa PKKê dem-dem zor dide pêwendiyên herdu terefan jî, ji bona ku ev pêwendiyan xerab bibin, şertên pir negatîf xuya nakin.

Wusa diyar e ku herdu terefas û Emerîkayê di pirsa dewleta serbixwe ya kurd de li hev kirine. Gor şertan Iraqa Federal dê helwest nîşan bidin. Dema ku Dewleta Kurd ava bû jî, dûr nîne ku Tirkiyeyê nas bike. Tirkiye,  bi Dewleta Kurd re pêwendiyên xwe pêş bixe û bike pêwendiyek stratejîk.

                                                                                
                                                                           *****           
                             

Lê tiştekî aşkere heye ku Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û li Kerkukê ji derveyî kurdan, turkmen ereb, suryanî, keldanî jî dijîn. Ev yeka rastiya dîrokî ye.

Kerkuk, nûha li derveyî tixûba Kurdistanê ye û di bin desthilatdariya Hikumeta Federal de ye.

Dema li rasiyê bê mêzekirin, ji bona Kerkukê referandûm jî ne di cî de ye. Lewra Kerkuk dilê Kurdistanê ye û bajarekî stratejîk ya Kurdistanê ye. Mele Mistefa Barzanî jî, Kerkûk bi vê peyvê bi nav kiriye. Kerkuk di sala 1975-an de bû sedem ku di navbeyna desthiladariya otonomiyê/miletê kurd, di navbeyna desthilatdariya baasî de şer çê bibe. Desthilatdarîiya kurdan û miletê kurd şer wenda bike.

Wûsa xuya dike ku Herêma Federe ya Kurdisranê ber bi dewletbûnê diçe. Gelo wê demê qeder û statuya Kerkukê dê çi bibe? Ev pirsek a gelek girîng e.

Gelo dema Dewleta Kurd ava bû, Kerkuk dê wê demê bibê heremek azad û otonom, an jî  dê Kurdistanê re bê girêdan, ev yeka ne diyar e.

Pirsa Kerkukê ji bona her kurdekî, ji bona her beşa Kurdistanê, bi taybetî jî ji bona dewletbûna kurdan li Rojhilata Navîn gelek girîng e.

Divê her kurdek pirsa Kerkukê bixe rojeva xwe, ji bona ku Kerkuk bi Kurdistanê bê girêdan xebat bike û rê nîşan bide. Li ser destghilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê giranî çê bike?

Amed, 20. 02. 2012

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Back to top button