CivakRojev

Hejmara nîştecihên Başûrê Kurdistanê 6 milyonan derbaskir

Amarên Desteya Amara Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku niha hejmara nîştecihên Herêma Kurdistanê bi Mexmûr ve gihîştiye şeş milyon û 171 hezar kesan, ewe jî beramber bi hejmara nîştecihên Iraqê ku zêdetirê 39 milyon kese, zêdetirê %15ê nîştecihên Iraqê pêktîne.

Îsal geşbûna nîştecihên Herêma Kurdistanê % 2.2, Iraq % 2.5 e, lê belê li gor temenê berevajiyê nîştecihên Iraqe, û nîştecihên Herêma Kurdistanê temenê wan dirêjtire.

Eger guhertineke mezin rûnede, Wezareta Plandanana Iraqê pêşbîniyê dike heta sala 2030 hejmara nîştecihên Iraqê bigihe ser 50 milyon kesan, li Herêma Kurdistanê jî tê pêşbînî kirin hejmara nîştecihê wan heta sala 2030 bigihe zêdetirê heft milyon û 500 hezar kesan wê demê jî nîştecihên Herêma Kurdistanê her % 15ê Iraqê pêktînin.

Back to top button