PolîtîkRojev

Balyozxaneya Iraqê li tirkiye hate girtin

Balyozxaneya Iraqê ya li tirkiyê bi awayeke demkî ji ber metirsiyên virusa Koronayê hate girtin.

Hesen Cenabî Balyozê Iraq li tirkiye ragihand, ji ber metirsiyên belavbûna Korona û ji ber ku çend karmendeke balyozxaneyê tûşî virusê bûn, heta roja 14ê Eylulê Balyozxaneya Iraq li tirkiye girtî dimîne.

Her wiha Cenabî got: Di dema daxistina balyozxaneyê da tevahiya avahiyê tê dermanrêj kirin û tevahiya karmendan jî pişkinîna Koronayê ji bo wan tê kirin, hemû karên nava balyozxaneyê jî ji bo heftiya bê tê paşxistin.

Back to top button