Hêjmara kuştiyan zêde dibe û piranê ji nêzve hatine gulebaran kirin
Di bûyerên ku li Laziqiyê û derdora wê li Sûriyeyê qewimîn de hejmara kuştiyan derket asteke tirsnak. Li gorî daxuyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan 1000î derbas kiriye. Hat ragihandin ku ji kesên hatine kuştin zêdeyî 700 kes ji mesafeyeke nêz hatine gulebarankirin.
Hat ragihandin ku ji kesên hatine kuştin zêdeyî 700 kes bi gulebarana ji mesafeya nêz hatine kuştin. Di şer û pevçûnan de 148 kes ji pêkhateyên alîgirên Esed û 125 kes ji hêzên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.
6ê Adarê di êrîşeke ku ji aliyê paşmayên rêjîma Esed ve hatiye kirin de, li navçeya Ceblah ya Laziqiyê hatî kirin de 11 kes ji hêzên ewlekariya sûriye hatin kuştin.
Piştî êrîşê, artêşa Sûriyê hêzek ji sedan otombîlan pêk dihat, di nav wan de çekên giran wek tank, zirxpoş, û gelek mûşek avêtin parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê, û operasyonek li herêmê dest pê kir ji bo girtina paşmayên rêjîma hilweşiyayî.
Di operasyonan de herî kêm 50 kes ji hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan, nûçe û dîmenên hin komên çekdar ên ku li herêmê gelek sivîl kirin hedef di çapemeniya navneteweyî û medyaya civakî da derketin.
Serokomarê Sûriyê Ehmed Şara jî got ku pêkhateyên rêjîma hilweşiyayî di êrîşa 6ê Adarê de hewl didin xwe biceribînin, peyama yekrêzî û hevgirtinê da û diyar kir ku ew dixwazin welat ji nû ve ava bikin û niyeta wan a rijandina xwînê tune ye.
Şara piştî pîrozbahiyê li hêzên ewlehiyê yên herêmê kir ji ber bersivdana bilez û performansa wan li dijî pêkhateyên rêjîmê yên hilweşiyayî, wiha got:
“Ez ji hêzên ewlehiyê re tekez dikim ku bila ti kes rê nede tundrewî û bertekên zêde û ez dibêjim divê ji bo pêşîgirtina li vê yekê bixebitin. Ya ku me ji dijminên me vediqetîne, pabendbûna me bi prensîbên me ye. Dema ku em dev ji exlaqê xwe berdidin, em dikevin asta dijminên xwe. Bermahiyên rejîma hilweşiyayî li provokasyonekê digerin.
Hejmara kuştiyan li Sûriyê her ku diçe zêde dibe! Piraniya wan ji mesafeyeke nêz hatin gulebarankirin.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê avakirina komîteyeke awarte ragihand ji bo lêkolînkirina binpêkirinên muhtemel di operasyonên leşkerî û ewlehiyê yên 6-7ê Adarê de û dadgehkirina berpirsan.
Hat diyarkirin ku komîte dê bi hûrgilî lêkolîn bike ka di operasyonan de talîmatên fermandariyê hatine bicihanîn an na û di rewşên ku binpêkirin bên dîtin jî dê berpirsyar sewqî dadgeha leşkerî bên kirin.
DYA û Rûsyayê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku roja Duşemê ji bo bûyerên Sûrî bicive.