Nivîsar

Hêjî pesnê derbeyên leşkerî didin

Hêjî pesnê derbeyên leşkerî didin, hem jî ew pesn ji aliyê rewşenbîran ve tê dayî.

Ew kesên wisa bi piranî zarûk yan xizmên wan serleşkeran in ku bi dehhezaran îşkence li kesên belengaz kirine, bi sedan ciwanên bêguneh xeniqandine û bi trilyonan perê dewletê bi riyên fahîşe ji xwe re taromar kirine. 

Yek ji wan “rewşenbîr”ên ku pesnê derbeya leşkerî daye jî, “hunermend”a bi navûnîşan Gulriz Surûrî ye.
 
Gulriz Sururiya ku 12 Sali buye tiyatroci, di çavên wê de wehşerta derbeyên leşkerî tê xuyakirin, dema beşdarî di bernameya “Soz Sende”ya Haberturk TVê bûye weha gotiye:

“Me derbeya Leşkerî ya 1960î bi dixweşiyeke mezin pîroz kir. Lê niha Artişa Tirk tê hebskirin. Baweriya ji Artişê bi derewan rûxandine.”
Pirsbêja televizyonê Balçiçek xanim gotiye hunermenda mejîleşker Gulriz Surûrîyê: Lewend Kirca bo wan hunermendên ku dengê xwe dane AK Partiyê “Ew xayinên welêt in, divê mirov tif bike ruyê wan.” Bêbersiv hiştiye û gotiye ku ew bawer nake ku hunermend dengê xwe bidin AK Partiyê.

Hin rastî hene divê mirov qebûl bike. Mesela besndana leşkeran bi serê xwe xiyanet e. Eger hunermdek weke vê jinika bêrûçik, weke guhdirêjekî wek Lewend Kirca ku di vê Sedsala Bîstûyekê de hêjî rabin û penê derbeyên leşkerî bidin, nexwe bi wan re ne wijdan heye û ne jî rihê mirovatiyê peyda bûye.
Ev kesên wisa dikarin pesnê derbeyên leşkerî bidin, dikarin bêjin “Me derbeya Leşkerî bi dixweşiyeke mezin pîroz kir.” Lê belê ew tu carê nabin mirov, hisiyatên mirovatiyê li ba wan nabe mêvan û nikarin xwe ji kevnepestiyê jî rizgar bikin.

Em ê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê deynin aliyekî. Heta niha AK Partiyê hemwelatiyên xwe xistiye aramiyê yan îşkenceyên wek yên derbeyên leşkerî li wan kiriye?

AK Partiyê ev kirine û dikie: Ew copên di destên serbazên leşkerî de ku dema derbeyên leşkerî dixistin (biborin) şûna destava xortan, dixwaze ji destên wan derxe yan derxistiye.

Dîsa eynî partî dixwaze ew îşkencecî û qerdiyanên ku dest diavêtin keç û jinên durust û xwedîwijdan ku hatibûne girtin, wan seza bike.
Dîsa eynî partî dixwaze ew kesên ku bi rastî hunermend û rewşenbîr in, lê ne wek Gulriz Surûri  û Lewend Kirca ku rihê wan bi dîtina derbeyên leşkerî hatiye pijandin, ji hovîtî û wehşeta derbeyên leşkerî biparêze.

Ez dîdevanê pir tiştan im. Li Îşkencexaneya Sêrtê, li ber çavên min, îşkencekarên derbeya 1980yî, tiştê ku anine serê lawikekî 13 salî û serê keçek û jineke dayika 5-6 zarûkan, eger niha ez bibêjim, ev nivşên nûciwan bawer nakin.
Lê “hunermend”ên weke Gulriz Surûri û Lewend Kirca ku bi derbeyên leşkerî kêfxweş dibin, êdî bila wijdana Raya Giştî nirxekî ji wan re kifş bike û navekî bide wan.

Xweda mirovan û mirovatiyê ji wehşeta derbeyên leşkerî biparêze…
 
Zeynelabidin Zinar
[email protected]
 
 
 
 

Back to top button