Kultur

Helbest: Hawara Serêkaniyê

Hawara serê kaniye
Kanîka jîn û jiyane îro vaye miciqî
Sorgula baxê te kurdo bin linga de perçiqî

Fendik û cira û roni va bi carek vemirî
Em ketin destê nezana eşqiya û serserî

Kaniya me wêran kirin êrîş kirne wek gûra
Ku bi destê tajiya him jî bi destê we bira

Talane ferman û toşe va em  dibin  penaber
Ber derya û çav li dest revyane li her dor û der

Bê buharê berazî de serî rak lo  hey hawar
Ka tu li bîra min bîne   halbesta ez bûm ferar

Çerxa felek çep gerî va em dûr kirin ji yarê
Em bûn pepûk bê heval rab da em bi bînen çarê


  Xûrşîd Xelîl

[email protected]
[email protected]

Back to top button