Civak

10. salvegera wefata Hemreş Reşo ye

Sêwaş ji Xwedê re

Hatim dinê, bi kurdî;
gelek sipas.

Dijîm, bi kurdî;
berxwudar bî.

Şiyar bûm, bi kurdî;
Sêwaş ji TE re!

Dixwum kerşît, bi safî,
Dewê tirş bi tas…

Dimeşim bi lingên xwasî,
Dilxweşim ya Rebî.

Paşê bimrim bi kurdî,
Sewaş ji TE re
(Hemreş Reşo, Hêviya Welêt r 68, 1965)

Mamoste Hemreş Reşo di helbesteke xwe ya balkêş de hestên xwe bi vî awayî tîne ziman. Helbesteke balkêş e ji ber ku, di demek ku bi zimanê kurdî dihate henekirin û her tiştê di derheqa wan de dihate înkar- û binerdkirin, ewî bi serbilindî kurdbûna xwe û ji wê hezkirina xwe dîyar dikir. Ev hezkirineke wisa bû ku heta 27.12.2002an dom kir…

Belê, mixabin me rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Hemreş Reşo 27ê Çiliya pêşîn (meha 12an) 2002an , saeta sisiyê berbanga sibehê de li nexweşxaneya Malteser Krankenhaus li Duisbûrgê (Almanya) ku ji çend rojan vir de lê radiza, winda kir.

Gelo Hemreş Reşo kî ye? Yên ku temenê wan hinekî derbas bûye û dîroka tekoşînê dinasin, bersiva vê pirsê jî baş dizanin û Hemreş Reşo ji nêzik ve nas dikin. Lê dibe ku xort û ciwanen nuhgihîştî vî tekoşerê canfida baş nas nekin û rista wî di tekoşîna rizgariya netewa Kurdistanê û di edebiyata kurdî de nizanibin. Ji bo ev kêmasiya ji holê rabe ez dixwazim li vir li dû vî camêrî çend gotinan bikim û ruhê wî şad bikim. Bi vî awayî jî ew bi nifşên nuh bidim naskirin.

Bi rastî jî nivîsandina jînenîgeriya Hemreş Reşo ne hêsan e. Ne hêsan e ji ber ku jiyana wî di nav tekoşînê de bihurî ye û tijî bi bûyeran e. Gava meriv bixwaze bûyerên girîng, yên di jiyana wî de qewimîn in binivîsîne, divê hema em li dû hev tarîxan deynin. Ji ber ku jiyana wî bi gelek bûyerên girîng ve xemilandiye. Da ku ne rûpelek, çend rûpel jî têrê nakin, ez dixwazim bi kurtayî li ser bisekinim:

Hemreş Reşo ku navê wî rast Hamdî Tûranli ye di roja 11. Sibatê sala 1939an de li gundê Saqo ku girêdayî qeza Kextayê ye, nêzîkî bajarê Semsûrê (Adiyaman) ji dayik dibe.

Ew li dû xwendina xwe ya sereta, navîn û lîseyê, diçe zanîngeha Enqerê û li wir di salên 1961 – 1962an de beşa hûqûqê dixwîne.

Bi dû re xwendina xwe ya zanîngehê nîvco dihêle û di sala 1962an de derdikeve derveyî welêt, tê li Almanya bi cîh dibe. Em wî li Almanya di nav kar û xebatê edebiyat û siyasetê de dibînin.

Hemreş Reşo berê Rêxistina “Havra” û piştre jî rêxistina “Bahoz” ava dike.

Di sala 1963an de dibe endamê “Komeleya Xwendekarên Kurdistan” û herweha di sala1964an de jî dibe endamê “Partiya Demokrata Kurdistanê”.

Di salên 1963-1964an de Kovara “Hêviya Welêt” derdixe.

Li dû rawestandina weşandina vê kovarê vêca kovara “Çiya” derdixe.

Di sala 1967an de pirtûkeke wî ya helbestan bi navê “Bakur” ku wergera almanî “Nordwind” jî têde ye derdikeve.

Hemreş Reşo helbestên rewşenbîrê gorbuhişt Osman Sebrî kom dike û di sala 1981an de li bajarê Ratingenê (Almanya) bi navê “Apo” çap dike.

Di sala 1992an de dibe seroke rêxistina “Hevgirtin-PDK” Gava ev rêxistin di sala 1994an de navê xwe diguherîne û dibe “PDK-Bakur” îcar jî ew dibe serokê vê partiyê û heta roja diçe ser dilovaniya xwe, serokê wê dimîne.

Hemreş Reşo du caran dizewice. Cara yekem jineke Alman mehr dike û ji vê zewacê du zarokên wan çê dibin. Bi dû re jina xwe Alman berdide û ji başûr rojava (ji Çiyayê Kurmanc) bi jineke kurd re dizewice û Xwedê sê zarokan dide wan.

Hemreş Reşo di nav çapemenî û dîplomasiya Almanan de jî ji bo bidestxistina mafên Kurdan kar dike. Ew di nav partiya SPD a Almana de jî heta bi mirina xwe wek nûnerê beşa kurdan dixebite. Armanca wî ya mezin ew bû ku li paytexta Berlîn navê kolanekê biguherîne û bike Kurdistanstraße. (kolana Kurdistan).

Herweha ew endamê PENa Kurd bû.

Wek em di jînenîgeriya wî de jî dibînin, Hemreş Reşo xwedî şexsiyeteke pirrengî bû. Ev pirrengîbûna han di xebata wî de eşkere dibe. Ew ji aliyekê siyasetmedar bû ji bo mafê gelê kurd têdikoşiya û ji aliyê din ve jî hewl dida nivîskariyê û barê weşanên wêjeyî dida ser milê xwe. Di vî warî de, wî berhemên giranbiha û nemir afirandine. Ji wan berhemên wî kovarên “Çiya” û “Heviya Welêt” gelek balkêş in. Van berhemana hem ji aliyê formên xwe û hem jî bi naverokan bala xwendevanan dikişîne. Ev herdû kovar jî li gora form û normên kovara Hawarê, ku ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve cara yekem bi zimanê kurdî bi tîpên latinî derketibû, derdikeve. Hemreş Reşo bi derxistina van kovaran li ser riya Mîr Celadet Bedirxan diçe û pirtûkxana kurdî dewlemendtir dike. Meriv dikare bêje Hêviya Welêt û Çiya li dû kovar û weşanên Hawar, Roja nû, Stêr û Ronahî de tê û vê tradisyonê didomîne. Ew herdû berhemana bingeha nivîsandina zimanê kurdî, bi tîpên latinî xurtir û stûrtir kirin. Ji ber vê yekê jî di nav dîroka weşanên kurdî de xwedî cihekî bi rûmet digrin.

Hemreş Reşo şahidê dîroka nûjen jî bû. Gellek şexsiyetên rizgarîxwaz û tekoşer ji nêzîk ve nas dikir. Qedrî Can û Osman Sebrî ji van du kesan in. Di nav wan de Osman Sebrî (Apo) cihekî girîng distîne û dostaniyeke xurt û dûr û dirêj di nav wan de çê bûbû. Ew gelek hurmet li wî rewşenbîrî dikir. Osman Sebrî di çapkirina kovara Hawarê li Ewropa rolek mezin lîsti bû. Ew hejmarên kovarê dide Hemreş Reşo, da ku were çapkirin.Li dû vê bûyerê dostaniya wan her diçe xurtir dibe û Hemreş Reşo vê dostaniyê li her derê bi serbilindî digot. Dîsa Qedrî Can jî yek ji wan şexsiyetan bû ku li ser Hemreş Reşo bandorek hiştibû. Di hevdûtîna me a dawîn de ku ez bûbûm mêvanê wî, gotinên wî di derheqê Qedrî Can de wisa bûn: “Gava min Qedrî Can li başûrê biçûk dîtibû, ew hîn nuh hatibû berdan. Ciwamêr di girtîngehê de gelek tade dîtibû. Êşkenceyekî bê sînor lê hatibû kirin û ew gelek êşiyabû. Ji ber vê yekê jî ew ne dixwest bi kesî re bipeyiviya. Li dû hevdûnaskirinê dostaniyek di nav me de çê bû. Ew kurdperwerekî mezin û nivîskarekî gelek zîrek û hêja bû; di aliyê karê edebî de gelek alîkarî da min û piştgiriya min kir…”. Di wê hevdûdîtina min ya bi Gorbuhişt de ew çend rûpelan ji destnivîsên Qedrî Can, ku wan ji Qedrî Can diyarî stendibû nîşanî min da. Herweha hîna gelek berhemên bi kurdî ji arşîva xwe jî nîşanî min kir…

Bi rastî jî Gorbuhuşt Hemreş Reşo xwediyê arşîveke dewlemend bû. Gava ku meriv di sala 2002an de kêmbûna berhemên kurdî û berhemên di derheqê kurdan de bîne ber çavên xwe û li arşîva Hemreş Reşo binere, ewê dewlemendiya arşîva wî çêtir bê fahm kirin.

Cara dawî min mamoste li mala wî ziyaret kiribû. Ciwamêr gelekî nexweş bû, lê dîsa jî daxwaza min pejirandibû û ez dawetî mala xwe kiribûm. Ew mirovekî giran û bi hurmet bû. Gotinên wî hîna jî di guhên min de ne. “birazî,tu dizanî ku ez pir nexweş im û ez dizanim ku wextê min jî gelek nema ye. Ez gelek kêfxweş û serbilind dibim, gava ez xortên nuh ên jîr, zîrek û kurdperwer dibînim..Ez hêvî dikim hûn li ser doza me ‘Kurd û Kurdistanê’ de bisekinin û her bi kurdî bijîn.”

Hemreş Reşo di jiyana xwe ya pirengî de herdem bi kurdî dijiya. Ew bi kurdî têdikoşa, hezdikir, raman dikir û bi kurdî jî ji me xatir xwest; wek ku ew ji Xwedê daxwaz dikir.

Berhemên wî yên çapkirî:
1- Kovara Çiya (1965 – 1970)
2- Kovara Hêviya Welêt (1963 – 1965)
3- Bakur/Nordwind pirtûkek helbestan (1967)
4- Çapa Kovara Hewarê yekemcar li Ewropa yê (1975)
5- Berhevkirina helbestên Osman Sebrî (Apo) (1981)
6- Kovara Dengê Yekitiyê

[email protected]

Têbinî: Min vê nivîsê di sala 2003an de li dû mirina Hemreş Reşo nivîsandibû, lê ne hetiye weşandin. Ji bona bîranîna wî min ew ji nuh ve aktuel kir.

Ronî Stêrk

 

(Avestakurd)

Back to top button