Heja termê 4 karmenda di bin axê de ye
Li qeza Şêrva girêdayê Sêrtê roja 17.10.2016ê çiyayê ku madena sifir lê dertêxistin herifî û ser karkeran ve hate xwar. 16 karmend û gelek makînên kar di bin axê de man.Ji roja çiya herifî heta niha ji bo derêxistina termên kesên mayin di bin axê de kar û xebat tê kirin.Heta niha termê 12 karmenda derêxistine û hêja 4 kes di bin axêde mane. Xebata ku derxistina terma berdewam e.Ji roja bûyerê heta niha gelek berpirsiyar û wezîr hatin deverê û çûn cihê bûyerê. Xebatek berfireh tê kirin. Hinek berpirs hatine girtin. Ihmalek mezin heye û tedbîrên pêwist nehatine standin. Ji bo vê jî lêpirsînek tê kirin.Malbatên ku kes û karên wan di bin axê de mayîn perîşanin. Ji roja bûyerê heta niha li cihê bûyerêne û li wê derê radizin û dimînin. Ev yek di mercên zivistanê de gelekî zehmete. Lê malbat li benda termê zarokên xwe ne.Çiyak bi seranser herifiye û hatiye xwar. Derxistina terman roj bi roj zehmetit dibe. Lê malbat hêja bi hêviyekî li benda encama dawî mane.