Nivîsar

Heft salî fêrbûm û min jibîr nekir!

Dilciwan HelbestHEFT SALΠ FÊRBÛM Û MIN  JIBÎR NEKIR!Di mêjîyê min de hatiye tomarkirin  jê xîş nabê. Ez heft salî bûm mala me li qudbê bû gundekî mezre  girêdayî Xirbê Mişka li Raîtê’ye. Mala me û sê mamê min, em li cem hev bûn. Min didît her êvar mamekî min digote bavê min digot: “Heydê Sılo em herin mala Hecî Bahrî, em li radyoya wan bi hisênin bê ka pismamê me Mele Mistefa Barzani çikir? Ew Hecî Bahrî xezûrê mamê min bû radyoya wan hebû, wî wextî radyo yê her kesî tune bûn.  Ancex radyo yên dewlemenda hebûn ew mala hecî jî dewlemendekî heremê bû radyoya wan hebû.Bavê min û mamê min diçûn civatê û ku li radyo bihisênin min jî dida berwan re bavê min digot: Lawo vê şevê tê werê kû newe, min digot : “Welleh ezê werim ez diçûm li rdyo dihisandin lê min ji radyo fêm nedkir, piştî ku dihatin malê pîrka min ji mamê min dipirsî digot:“Ma ka pismamê me Mela çawa kir?  Mamê min bi kurmacîya me fesîh ji pîrka min re digot wele pismamê me gelek jêhatî ye wan Erebê qunreş dikujê, dawa heqê xwe dikê wê ji wan bistênê û çavên wan jî derxê. Pîrka min jî digot: “Qenç dikê ma çime heqê wî nadinê de. Yekî mêvan jî li wir hebû digot, yaho mane ew jî Misilmanin gunehe wan bikujê, mamê min digot, wexta Misilmanin bela heqê wî bidnê ma çima heqê wî nadnê ?Ewê mêvan digot: “Ha pismamê teye tu terefê wî digrê. Mamê min digot :“Helbeta ezê hevaltîya pismamê xwe bikim hem pismamê mine û hem jî Kurde. Mellakî, ji mamê min re gotibû, Mistafa Barzanî Seyîde îca kêfa mamê gelekî dihat digot, hem Seyîde û hem Kurde dawa heqê Kurda dikê! Dı wi wexti de qaçaxçî hebûn bi hespa diçûne Îraqê , wexta ku divegerîyan dibûne mêvan li mala me, mamê min  ji wan qaçaxçîya dipirsî digot: “Ma ka îşê Melê yanî Mele Mustafa Barzanî ,îşê Melê  çawa bû ? Ji mire meraq bû min guhê xwe dida ser şetexalya wan ka çi dibêjin, ewê mêvan qaçaxçî ji mamê min re digot, wele Mela ketîye çîyê de û çiya gelek asêne û teyare jî nikarin herne ser wan  teyara didê erdê.  Mamê min dipisî digot ma wan teyara çilo didine erdê bi tivinga bi çi?  Ê qaçaxçî digot, na kuro rojika wi heye berê wê rojikê didê teyarê dicî de teyare dikevê erdê û dişewitê.Mamê min digot, ma ew rojika wî çawa ye ?  Ewî digot: “Rojika wî ha wekî vê qutiya min ne, qotîkek wî ya tutinê bo çixarê hebû digot, ha aynî wekî vê qotiya mine rojka  wî  ku teyare tên berê wê rojkê didê wê teyarê heman dişewitênê tê xwar. Digot ne esker û ne teyare nikarin herne serê çiyayê Barzan, îca Ereb jî dibejin, ma mara wê bi axê bi debirê, wê niha berçî bê û teslîm bin.  Îca mamê min dipirsî digot, ma eceba heye ku wilo berçî bibin û teslîm bibin? Ewî digot: “Kuro ku berû û kizwana tenê bixwin titişt bi wan nayê çîyayê wan gelek dolemende, ji rijika û şekûla, sêv tirşka tiew, belalûk, berû kizwan tije mêşê hingivîn ne.  Min jî liwan dihisand min di dilê xwede digot, xweska ku min karîba ez jî çûbama arî Barzanî minê çendek ji wan Ereba kuştibana.  Ez mame ser wî fikrî heta ku ez gîhame askarîyê min got,ez naçme askerîyan Tirkan, ezê herme cem Mela Mistefa Barzanî.  Hîn min tu dever nedîtine ez xeşîmim nizanim herim, ez difikirîm ezê çawa herim?  Me mala xwe jî bire Marînê gundekî kufara ye xelkê gund jî çomera ne.Li gund zilamek hebû digotnê Hiseynê Mahmo xelkê digotin, Hiseynê Mahmo zilamê Barzanîye. Ez çûme nik Hiseyn min jêre got: “Xalê Hiseyn ez dixwazim herme cem Mistefa Barzanî ez bibim leşkerê wî . Min dî Hiseyn li min nerî got, aferin xwarzê tu van tişta zanê?  Ma kê tu elimandî vî fikrî? Min got, ez zanim ez elimîme ku ez Kurdim . Hiseyn got tu navê Kurda jî zanê miletê Kurd ne digotin Kurd digotin Kurmanc yanî her kesî nizanîbûn Kurd û Kurmanc û zaza û gora û sora tevî Kurdin nizanibûn.  Îca min ji xalê Hiseyn re got xalo ez her tiştî zanim min bişîne cem Barzanî daxwaza min eve. Xalê Hiseyn got temam ka van roja hevalekî min heye heta ku werê ezê navê te jî bixme listêde.Ez mam berbendî xalê Hiseyn ku min bişînê herema Kurdîstanê ha îro ha sibe qederekî mam ka xalê Hiseyn çawa bû carkê ku de heydê em herin, Me xwe berda ser rîya Îpekê em li qemyonekê siwarbûn û em çûn Cizîrê.  Xalê Hiseyn ez li deverekê hiştim û ew çû cîkî sêçar demjimêran ma min nerî va hat, min meraq kir ka xalê Hiseyn te çikir?  Xalê Hiseyn got xwarzê wele siûda me nîne, çima? Got, Hudût gelekî asê bûye van roja dibêjin îxbar heye hudût gelek asê kirne. Ê em çawan bikin dawî ku em vegerin heta rê xweş bibê em ji Cizîrê vegeran malê bavê min û dîya min ji min pirsîn tu çûbû kûderê?  Min got ez ji xwe re çûbûm Cizîrê, çi îşê te li Cizîrê heye? Şûbhe ji wan re çêbû didîtin ku ez diçûm mala Hiseyn çûn bi qirka Hiseyn girtin gotne Xalê Hiseyn ku tiştik bî kurê me werê tu ji destê me xilas nabê.   Xalê Hiseyn jî, jimin re nedigot şel û pel didanê her min dipirsî ka kengî ez herim? Digot: “Ecelê neke xwarzê  ez jî betalim tu îşî jî nakim hema dirikirim bi xeyala min xwe pêşmerge dihesiband.  Min ban xortê gundîyan dikir ê betal min digot werin ezê we bielmênme perwerda leşkerî ya Kurda, min tişkî jî nizanîbû hema ji serê xwe min talîm dida wan. Hevalekî ji wan xortê Kurd got yaho niha Tirk dibêjin rihet hezrol  îca bi Kurdî emê bêjin çi?  Tijtik nehate bîramin hem amin jî got dibêjin (carp curp)!  Dûra çend sal derbas bûn her tişt şîrovebû îca wî xortî jimin re got yaho Seyîd te digot carp curp va newloye. Min got, kuro hingî wilo bû niha hatiye guhertin.Ez mam ha îro ha sibe medî ew pêwendîya  Cezayir çêbû sewra Kurda xera bû ewqas hêvî û xeyalên min tevan ser û bin bûn. Bi dilekî kul û xem, min berê xwe da leşkerî yê ji xwe ew salek ez firar bûm. Ez çûm eskerîyê Amasya min leşkerî qedand ez hatim mal ku heylo çend rêxistin çêbûne hinek Qukin, hinek Kawane, hinek Apocîne, Ala rizgarîne!   Hineka hevdû dikuştin, hineka xelek cirm dikirin hineka gelê xwe dikuştin îşekî berebat bû.  Ez jî ji xwe re difikirîm gelo kîjan qencin ez beşdarî kê bibim?  Hîn wisa Kenan Ewran Eskerî derbe kir ew rêxistin tevan tar û mar bûn kes li qadê nema. Ew xeberê êvara tev ketin qulê dîwara. Lê min tu carî fikir û ramanê xwe neguhertin û min nasnema xwe û Netewa xwe  ji bîr nekir û terk nekir. Ji heft salî û heta nihaka ez Kurdim û ezê Kurd bimrim.

Back to top button