Civak

HDPê bûyera Pasurê şermezar kir

Hevserok HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan di derbarê teqîna Pasurê daxûyaniyek nivîskî belav kirin û bûyer şermezar kirin.

HDPê di daxûyaniya xwe de dibêje ku, divê lekolînek berfireh di derbarê teqîna Pasurê de bê kirin û tawanbarên wê bêne girtin.

Di teqîna Pasurê de 7 gundiyan jiyana xwe ji dest dabû , 10 kes jî birîndar bibûn. PKKê jî dabû xûyakirin ku ev bûyer ji aliyê wan ve hatiye kirin. Kiryarek ku PKKê kirî ji aliyê HDPê ve bê şermezarkirin tiştekî balkêşe.

Back to top button