Nivîsar

HDP li çi digere ?

Li Tirkiye ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlementoyê 2 Tifaq hene, yek ji wan Tifaqa Cumhur e(AKP,MHP) yek jî Tifaqa Millet e(CHP,IYI Parti, Saadet û PD) ji bo ku pêwendiya HDPê li gel PKKê heye tu Tifaq vekirî HDPê naxin di nava xwe de. Lê hesabê herdu aliyan jî li ser dengen HDPê hene. Erdogan bi rêya Îmralî  dixwaze dengen HDPê ber bi xwe ve bîne û Kiliçdaroglu jî bi rêya Demîrtaş dixwaze HDPê ber bi xwe ve bîne. Lê kesek vekirî vê nake.

CHP cardin dixwaze wek hilbijartinên şeredariya hevkariyek nehînî li gel HDPê pêkbîne. Lê di wî demî de gelek rexne li helwesta HDPê hate kirin û îro heman tiştê zû bi zû nakin.

HDP niha hewl dide li gel partiyîn çepên Tirka Tifaqekî wek aliye sêyem ava bike. Ji bo vê jî li Enqere li gel partiyên çepên Tirkiye dicive. Li ser daxwaziya HDPê civîn pêk tê û aliyên ku di civînê de amade bibin evin: Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Federasyona Meclisa Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên Gel (Halkevleri), Partiya Tevger a Kedê (EHP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) . Partiya Çep bi daxûyaniyekî da xûyakirin ku, ew tevlî vê civînê nabin.

Di bingehê xwe de aliyên Tirkiye ne ku HDP partiyek Kurd yan jî Kurdistanîye newêrin vekirî li gel HDPê tifaqa bikin. Ji bo ku pêwendiyên HDPê li gel PKKê hene HDP wek partiyek girêdayî PKKê dibinin naxwazin vekirî hevkariyekî li gel HDPê bikin. Mercekî didin pêşiya HDPê û dibêjin: Divê HDP bide xûyakirin ku tu pêwendiya wan li gel PKKê tüneye û PKKê wek rêxistinek “terörist“ ragihîne. HDP jî baş dizane ku nikare vê yeke bike . Eger ne ji PKKê be HDP tu denga destve nayne.

Ji aliyek din ve kaşo Tifaqeka HDPê heye. Lê HDP bi xwe dema jêre pêwîstbe behsa vê tifaqa heyî dike. Niha HDP ne li gel Kurda lê li gel partiyên çepên Tirka yên marjinal li tifaqekî digere. Partiyên ku HDP li gel wan civînê dike hemû li ser hev ji% 1 deng nagirin.

Gelo ji bo çi HDPê li gel aliyên Kurd tifaqekî pêknayne? HDP naxwaze li gel Kurdan li ser prensîbên netewî û Kurdistanî tifaqekî pêkbîne. Tenê dixwaze Kurd di bin siwana wan de werin bahev û di xizmeta wan de propagandeya wan bikin. Her partiya heta vê gavê li gel HDPê kaşo Tifaq kirî ketiya di xizmeta siyaseta HDPê de û ji dev hemû nirxên xwe yên bere berdane.

Lê tişta HDP li gel hinek aliyên Kurd dike nikare heman tiştê li gel çepên Tirka bike. Di bingehê xwe de HDP bi xwe koalisyonek ya çepên Tirka û PKKê bi xwe ye. Lê îro cardin bê ku prensîbek Kurdewarî bide pêş li gel çepên Tirka li Tifaqa diğere. HDP nikare ji bo berjewendiyên xwe çepên Tirka bi kar bîne, berevajî HDP bi denge Kurda xizmeta grubên marjinal yên çep dike û wan wek parlementer hildibijêre û reverberiya HDPê de piranî cardin çep cih digirin.

Ev rastiya HDPê ye .Lê kixabin berjewendiyên kesayetî ber çavên xelkekî girtiye û rênade ku ew rastiyê bibinin.

18.01.2022

Nêrîn/Şirove

Rojevakurd

Back to top button