PolîtîkRojev

Serokwezîr li gel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hezên Hevpeymaniyê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18/1/2022an pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Karl Harris kir.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re di rûbirûbûna teroristên DAIŞê dubare kir û amaje bi wê da ku DAIŞ hîn gefeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya bihêzkirin û berdewamiya mekanîzmayên hemahengiyê yên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de kir, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji bo bidawîkirina gefên teroristên DAIŞê bi riya aktîvkirina navendên hemahengiya ewlehiyê yên hevbeş û nehîştina valahiya ewlehiyê li wê navçeyê.

Di derbarê dawî pêşveçûnên proseya çaksaziyê û hewlên yekxistina yekîneyên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge jî de gotûbêj hatin kirin.

No description available.
Back to top button