Polîtîk

HDP ji bo hilbijartinên herêmî bangî tifaqê dike..

Hevseroka HDPê Pervin Buldan di gruba partiya xwe de axavtinek kir û di axaftina xwe de behsa hilbijartinên herêmî yên ku sala 2019ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêne kirin kir.Buldan ji bo hilbijartina banga hevkariyê kir û got: Em bang li herkesê alîgirê demokrasiyê dikin ku bên û em tifaqekê bo hilbijartinên herêmî pêk bînin.Dema ku HDP behsa tifaqa bike gerek mirov bisekine û behnek fireh helwesta HDPê ya di derbarê tifaqa de binirxîne.Li bîra herkesekiye ku di hilbijartinên parlementoya Tirkiye de 5 parti û aliyên kurd Tifaqa Kurdistanî ya hilbijartina pêkanîn.  Li gel HDPê jî çend civîn kirin . Lê HDP nekarî li gel wan aliyan tifaqê bike. Ji ber ku Qendil di vê derbarê de daxûyanî da û got: Nabê em li gel aliyên kurd tu tifaqa bikin.Piştî daxûyaniya berpirsek yê PKK Mustafa Karasu hêdî HDP behsa tu cureyê tifaqa nekir.Îro jî, HDP di  derbarê Tifaqa Kurdistanî de ne duriste û ne xwedî îradeye. Xwediyê biryarê di vê derbarê de ne HDP ye û Qendil e. Ji xwe ew jî bi literatora xwe ya siyasî bangê ji bo tifaqê dikin. Banga wan ne ji bo Tifaqek Kurdistaniye.Bila di derbarê tifaqên Kurdistanî de kesek xwe nexapîne. Heta çepên Tirk hene HDP li gel Kurda ji bo Kurdistanê tu tifaqê nake.  Ji bo vê yekê jî tu bihayê banga HDPê di vê derbarê de tuneye.

Back to top button